ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25.05.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25.05.2018
25 gulan, 2018   04:00

- Pêşveçûnên qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemên a Berxwedana Serdemê, çalakiyên ku bi armanca piştgiriya Berxwedana Serdemê têne lidarxistin, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Xwediyê malbatê û lehengê berxwedanê, sîfeteke biçûk a berxwedêrê mafê gelê bindest e. Li ser rêgezên avakirina welatê demokratîk û azad têkoşiya û li ser riya pêkanîna azadiyê şehîd bû. Rêzan ciwanê 24 salî rastiya jiyanê di şoreşê de didît. (BI WÊNE)

- Şîrketên Pêşxistina Civaka Çandiniyê (KPC) a Rojava û Bakurê Sûriyeyê vekirina navendên xwe li Bakurê Sûriyeyê ji bo kirîna hilberîna cotkaran di belavokekê de ragihand. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Dayikên Aşîtiyê li hemberî kiryarên dewleta Tirk ên derheqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nerazîbûna xwe anîn ziman û got, "Divê tevahî cîhan û rêxistinên mirovahiyê peyva rastiyê bêjin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Di her konekî kampên koçberiyê yên li Bakurê Sûriyê de koçberên ku êş û zehmetî dîtine, jiyan dikin. Di her konekî de serpêhatiyek koçberiyê, derberdî, wêranî û mirinê heye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Cotkarên Gundê Hemmar El-Elî ya gundewarê Dêrazorê ji ber pirsgirêka bahoza qûmê ziyanên mezin bi hilberîna çandiniya wan bûye. Cotkaran bang li aliyên têkdar kir ku alîkariya wan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên kantona Kobanê berê xwe didin cihên pîroz û li wir hêvî dikin ku merad û xwestekên wan pêk werin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Malbatên ku xanî li bajarê Minbicê kirê kirine giliya bilindbûna kirê dikin û bang li aliyên têkldar kirin ku vê pirsgirêkê guncaw çareser bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Hin kesên Kurd xiyaneta gelê xwe kirin û beşdarî nava refên dagirkerê xwe bûn. Şoreşa Rojava mask ji ser rûyê van kesên xayîn rakir û gihîşt asta ku hemû mînakên dîrokî yên di derbarê xiyanetê de di kesayetên wan de kom bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA