Li Wargeha Xankê şewat

Li Wargeha Xankê ya ser bi parêzgeha Dihokê agir bi konê malbatekî Êzidî ket, ji ber şewatê jina ciwan a Êzidî jiyana xwe ji dest da û ji heman malbatê 3 zarok bi şewatê birîndar bûn.

Li Wargeha Xankê şewat
24 gulan, 2018   19:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Wargeha Xankê ya ser bi parêzgeha Dihokê şewat derket. Ji ber konê şewitî ji heman malbatê jina ciwan a 17 salî ya bi navê Şêrîzan Xalid jiyana xwe ji dest da û 3 zarok jî birîndar bûn. Hate ragihadin ku rewşa birîndaran girane.

Birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Hate ragihandin ku wê sibe cenazeyê Şêrîzan Xalid li Şengalê were veşartin.

Polîsên parastina wargehê bûyer lêkolîn kirin, lê ti sedemên şewatê nehat eşkere kirin