Alîkarî li malbatên ku ji ber lehiyê ziyan dîtibûn hatin belavkirin

Malbtên ku ji ber lehiyê ziyan dîtibûn, alîkarî wergirtin

Alîkarî li malbatên ku ji ber lehiyê ziyan dîtibûn hatin belavkirin
24 gulan, 2018   14:45

KOBANÊ

Komeleya Xêrxwaziyê ya Hêvî alîkarî li şêniyên taxa Botana Rojava ya bajarê Kobanê belav kirin.

Di encamên barana dijwar ku di demên dawî li herêma bariya bû, ziyanên mezin derketinbûn. Herî zêde li taxa Botana Rojava ya bajarê Kobanê ziyanên mezin hatin dîtin. Gelek mal hilweşiyan.

Komeleya Xêrxwaziyê ya Hêvî bi koorîndiya TEV-DEM‘ê ya Kantona Kobanê 250 parên alîkariyê ku ji nivînan pêk dihat li malbatê ku ji ber lehiyê ziyan dîtibûn, belav kir.

(bb)

ANHA