Sala yekem a perwerdeyê bi serkeftî derbas bû

Li herêma Tebayê, piştî ku bi salan dibistan girtî mabûn, sala yekem a perwerdeyê bi serkeftî bi encam bû.

Sala yekem a perwerdeyê bi serkeftî derbas bû
24 gulan, 2018   15:27

TEBQA

Li hêrêma Tebqayê ku bi salan di bin dagirkeriya komên çete de mabû, dibistan hatibûn girtin û xwendekar ji mafê perwerdeyê mehrûm mabûn.

Piştî rizgarkirina herêmê ji aliyê QSD‘ê ji çeteyan di 10‘ê Gulanê de Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê hate îlankirina û şêniyên di her qadan xwe bi rêxistin kirin û komîteyên xwe avakirin.

Di vê çarçoveyê de, zêdeyî 50 hezar xwendekar li dibistanên xwe vegeriyan û perwerdeyên xwe li gor sîstema Netewa Demokratîkî dîtin.

Di dawiya sala perwerdeyê de, ezmûn ji aliyê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê hatin amadekirin.

50 hezar xwendekar ên seretayî û navîn ezmûn pêşkêş kirin.

Ezmûn li 189 dibistanî (13 navîn û 176 seretayî) bi rêveberiya hezar û 800 mamosteyan pêk hatin.

1‘ê Hizranê xwendekar dê karnameyên xwe werbigirin.

Xwendekara bi navê Rewan Abdullah diyar kir ku ew bi sîstema nû ya perwerdeyê kêfxweş e û got, "Me ezmûnên xwe baş bi dawî kirin. Em beşdarî pişbirkan bûn û niha em li benda karnameyan in."

(bb)

ANHA