Xwendekarên Reqayê ezmûnên werza duyemîn bi dawî kirin

Xwendekarên Reqayê ezmûnên xwe yên werza duyemîn a sala perwerdeyê qedandin.

Xwendekarên Reqayê ezmûnên werza duyemîn bi dawî kirin
24 gulan, 2018   14:16

REQA

Ji bajarê Reqayê û gundewarên wê 90 hezar xwendekar, li 245 dibistanî ezmûnên xwe yên werza duyemîn a sala perwerdeyê ya 2017-  2018 bi dawî kirin.

Endamê Komîteya Rêveberiya Dibistanan Îbrahîm El-Neîmî ji ajansa me re diyar kir ku rexmî ku xwendekar 5 salan ji perwerdeyê dûr hatibûn xistin, ezmûn di atmosfêreke baş de derbas bû.

El-Neîmî destnîşan kir ku waneyên çand û exlaqî îsal li ser meteryalan zêde bûn.

(bb)

ANHA