Li Reqayê heta niha 900 cenaze hatin derxistin

Komîteya Jinûve Avakirinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê heta niha 900 cenaze yên di gorên komî yên DAIŞ‘ê çêkiribûne de derxistine.

Li Reqayê heta niha 900 cenaze hatin derxistin
Li Reqayê heta niha 900 cenaze hatin derxistin
Li Reqayê heta niha 900 cenaze hatin derxistin
Li Reqayê heta niha 900 cenaze hatin derxistin
24 gulan, 2018   14:01

REQA

Komîteya Jinûve Avakirinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê xebatên xwe yên derxistina termên di bin enqazan û yên di gorên komî de, ku çeteyên DAIŞ‘ê berê kiribûn, didomîne. Li gorî şêniyên herêmê gora komî ya herî mezin li stada Raşidîn e ku 600 cenazeyên sivîlan tê de hene.

Komîteyê ji 9‘ê Çileyê ve heta niha cenazeyê 900 kesî derxistin.

Di vê derbarê de pijîşkê şerîî Ebdulreûf Ehmed ji ajansa me re axivî û got ku ew ji saetên sibê ve dest bi kar dikin û wiha dom kir: "Em cenazeyên têne derxistin belge dikin û dosya wan çêdikin. Cenazeyên neyên naskirin jî em wêneyên wan dikşînin. Cenazeyên ku belge li ser wan tê dîtin, belge ji aliyê Komîteya Şerî ve têne parastin."

Ehmed diyar kirin ku piranî cenaze yên jin û zarokan, piştî têne derxistin li goristanên bajêr li gorî adetan defin dikin.

Çeteyên DAIŞ‘ê dema pêngava Rizgarkirina Reqayê gorên komî çêkirin û cenazeyên bi hezanên sivîlan ên dixwazin berevin ew dikuştin û dixistina goran de.

(bb)

ANHA