Yek ji DAIŞ'iyên herî xeter ket destê QSD

QSD'ê di yek ji serçeteyên herî xeter ên DAIŞ'ê Adrian Lionel Kayali (Ebû Usama) bi saxî girtin.

Yek ji DAIŞ'iyên herî xeter ket destê QSD
24 gulan, 2018   13:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyên Istxbaratên Teybet ên QSD'ê di çalakiyeke taybet ku roja 19'ê gulanê pêk hat de komeke çeteyên DAIŞ'ê bi saxî girtin. Di nava  çeteyên hatine girtin de serçeteyê hetî xeter di nava DAIŞ'ê de Adrian Lionel Kayali (Ebû Usama) yê Firansî  jî hebû. Destê Kayali di êrîşa teroristane ku di mijdara sala 2015'an de li Parîsê pêk hat de hebûn. Her wiha destî wî di êrîşa bajarê Nis ê Firansayê ku di 14'ê tîrmeha sala 2016'an de pêk hat de hebû. Dema Kayali hate girtin hevjîna wî jî li gel wî bû.

Serçeteyê DAIŞ'ê Adrian Lionel Kayali (Ebû Usama) di sala 1983'an li Firansayê hate dinê, di sala 2003'an de misliman bû û ket bin bandora fikrê cîhadî. Di sala 2010'an de li Firansa bi tewana tevlî rêxistineke terorist bûye hate girtin, paşê hate berdan. Di 6'ê adara sala 2015'an de di deriyê sînor ê Girê Spî di ser Tirkiyê re derbasî Sûriyê bû.

Piştî çeteyên DAIŞ'ê derbeyên giran xwarin û gelek bajar û bi taybet Reqa ji destê wan derket, Ebû Usama El-Firansî xwe li herêma Reqayê veşart û li bendê bû ku derbasî Tirkiyê bibe da ku ji wir berê xwe bide Ewropa. Lê Yekîneyên taybet ên QSD'ê di encama şopandinê ew bi saxî girtin.

(dc)

ANHA