Partiya Sûriya pêşerojê: Tekoşîna me ji gelê Sûriyê ye

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ibrehîm El-Qeftan diyar kir ku dê partiya wan bibe dengê rast ê hemû gelê Sûriyê û ev tişt anî ziman: "Berxwedan û tekoşîna me wê ji bo berjewendiya gelê Sûriyê be."

Partiya Sûriya pêşerojê: Tekoşîna me ji gelê Sûriyê ye
Partiya Sûriya pêşerojê: Tekoşîna me ji gelê Sûriyê ye
24 gulan, 2018   13:02

MINBIC

Partiya Sûriya Pêşerojê di çarçoveya rêzecivînên ji bo danasîna partiyiê têne lidarxistin, yekem civîna xwe li bajarê Minbicê lidar xist.

Civîn bi beşdarbna dehan rewşembîr, siyasetmedar û welatiyên Minbicê li salona civînan a Meclîsa Zagonsaz  hate lidarxistin.

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îberehîm El-Qeftan û Sekretera Giştî ya Partiyê Hevrîn Xelef serkêşiya civînê kirin.

Di civînê de El-Qeftan di rêgezên sereke yên partiyê şîrove kirin û got ku partiya wan dê bibe dengê rast ê hemû gelê Sûriyê û ev tişt anî ziman: "Gelê Sûriyê gelek rewşên şer û derbeyan derbas kir. Rêjîma Baas ji hemû tiştê bi serê gelê Sûriyê ve hatiye berpirsyare."

El-Qeftan di berdewama axaftina xwe de jî got ku ew ê siyaseta qebûlkirinê û danûstendina bi hemû aliyan re bidin meşandin û wiha dom kir: "Em ê berê xwe nedin tu dewletên derve. Li Efrînê siyasetên tundî û guhertina demografîk hatiye meşandin. Sîstema wê hatiye guhertin. Partiya me dê bibe dengê hemû gelê Sûriyê û dê berjewendiyên gelê me biparêze, her wiha dê xizmeta hemû beşê civkakê bike."

Di berdewama civînê de Sekretera Giştî ya Partiyê Hevrîn Xelef jî axivî û ev tişt anî ziman: "Dem hatiye ku em ji wêranî, tundî û koçberiyê re bêjin êdî bese. Damezirandina partiya me dê bibe destpêkirina dawî anîna aloziya Sûriyê. Armanca partiya me parstina yekîtiya Sûriyê  û jiyana hevbeş e. yek ji armancên me rakirina guhertina demografî a herêmê guhertina destûra Sûriyê ye."

Di dawiya civînê de jî bersiva pirsên beşdaran hate dayîn.

(dc)

ANHA