Rewşa perwedeyê li Bakurê Sûriyê hate nirxandin

Buroya Perwede û Fêrkirinê ya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) bi armanca nirxandina rewşa perwedeyê civînek berfireh bi komîteyên perwedeyê yên herêmê re lidar xist.

Rewşa perwedeyê li Bakurê Sûriyê hate nirxandin
24 gulan, 2018   12:17

GIRÊ SPÎ

Hevserokên Buroya Perwerdeyê ya MSD'ê Nisrîn Doko û Receb El-Mişrif, nûnerên buroyên perwedeyê yên Meclîsên Reqa, Tebqa, Mibic û Dêrazorê amade bûn.

Di civînê de rewşa perwedeyê û kêşeyên derdikevin pêş hatin nîqaşkirin, her wiha hate gotin ku divê bi destpêkirina vekirina dibistanê re şagirt di aliyê pskolojîk de werin amadekirin. Di encama nîqaş û nirxandinan de hate gotin ku mamosteyên herêmê gavên baş di xebatên perwedeyê de avêtine.

Mijarek din a sereke di civînê de ji nû ve amadekirina dibistanên ji aliyê çeteyan ve hatine wrêankirin û hate gotin ku dê metiriyalên perwedeyê werin pêşxistin.

Hevseroka Buroya Perwedeyê ya MSD'ê Nisrîn Doko piştî civînê ji ajansa me (ANHA) re axivî û û got ku demek dirêj bû zarokên herêmê ji perwerdeyê dûr ketibûn û wiha dom kir: "Lewma pêwîste dibistan û şagirt baş werin amadekirin."

Nisrîn Dogo di dawiya axaftina xwe de jî got ku di demsala havînê de jî dê xebatên pewreyên perwedeyê ji mamosteyan re vebikin.

(dc)

ANHA