Komîteya Zimhêrê di meha Remezanê de xebatên xwe zêde kir

Komîteya Zimhêrê ya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî di meha Remezanê de xebatên xwe yên kontrolkirina sûkên navçeyê zêde kir.

Komîteya Zimhêrê di meha Remezanê de xebatên xwe zêde kir
Komîteya Zimhêrê di meha Remezanê de xebatên xwe zêde kir
Komîteya Zimhêrê di meha Remezanê de xebatên xwe zêde kir
24 gulan, 2018   10:19

GIRÊ SPÎ

Komîteya Zimhêrê ya Şaredariya Gel a navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê SPî ya Herêma Firatê bi hatina meha Remezanê xebatên kontrolkirina dikanên navçeyê û gundên wê zêde kirin.

Komîteyê rêjeya fadeyê li ser zebzeyan bi qasî 10-15 ji sedî diyar kirin.  Komîteyê diyar kir ku kesên biryarên binpê bikin, dê werin ceaza kirin û wê dikana wan 10 rojan were girtin.

Serokê Komîteya Zimhêrê ya Eyn Îsa Moro Mihemed diyar kir ku xebatên komîteya wan bi awayekî kordînekirî bi komîteya zimhêrê ya Reqyaê re pêk tê.

(dc)

ANHA