Balafirên şer Xakurkê û Bradostê bombebaran dikin

Balafirên şer ên Artêşa Tirk herêmên Xakurkê û Bradostê yên Başûrê Kurdistanê ku ji aliyê leşkerên Tirk ve hatine dagirkirin, bombebaran dikin.

Balafirên şer Xakurkê û Bradostê bombebaran dikin
24 gulan, 2018   10:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, ji saet 12.50'î û vir ve balafirên şer ên Tirk herêmên Xakurkê û Bradostê bombebaran dikin.

Bomberdûman hê jî didome.