DAIŞ’ê li başûr 3 sivîl qetil kir

Çeteyên DAIŞ’ê êrîşê gundekî ser bi bajarokê Gulale kirin. Di encama êrîşê de 3 welatî hatin kuştin, 8 kes jî birîndar kirin.

DAIŞ’ê li başûr 3 sivîl qetil kir
24 gulan, 2018   08:40

NAVENDA NÛÇEYAN


Şevê din çeteyên DAIŞ’ê êrîşê ser gundê Silêman Wehab ê girêdayî bajarokê Gulale yê girêdayî navçeya Xaneqîna parêzgeha Diyale kir. Niştecihên vî gundî jî ji pêkhateya Ereb pêk tê.

Rêveberê Polîsê Gulale Rebah Mehdî ji ajansa Rojnews’ê re got ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî mala Serokê eşîra Xalidiyan kiriye û got ku di encama êrîşê de 3 welatî hatine qetilkirin û 8 birîndar bûne.

Rebah Mehdî diyar kir ku paşê li ser destwerdana hêzên ewlekariyê yên Iraqê pevçûn di navbera çeteyan û hêzên ewlekariyê de derketiye. Di encama pevçûnê de jî li gorî dibêje, 3 çete hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.