Li Reqayê buhayê madeyan erzan bûye

Li bajarê Reqayê bi hatina meha Remezanê re û buhayên madeyên xwarinê erzan bûne.

Li Reqayê buhayê madeyan erzan bûye
Li Reqayê buhayê madeyan erzan bûye
Li Reqayê buhayê madeyan erzan bûye
24 gulan, 2018   08:48

RUBA EL- ELÎ / REQA

Li bajarê Reqayê, bi destpêka meha Remezanê re, buhayê madeyên xwarinê buha bibû, her bazirganek û dukandarek li gorî xwe buhayek diyar dikir. Li ser vê yekê Komîteya Zimhêrê û Çavdêriyê ya girêdayî Şaredariya Gel destwerdan kir û dest bi kontrolkirina sûkê kir û buhayê madeyan erzan kir.

Mustefa Cafer xwarîngehek wî li Reqayê heye derbarê buhayê madeyan dibêje: "Di mijara nirxên madeyan cudahî di navbera dema berê û niha de heye. Buhayê madeyan di dema heyî de meqbûl e."

Dukandarê bi navê Eyhem Celeb: Buhayê madeyan duh û îro ji hev cuda ye, ji ber ku riyê bazirganiya yên di nava herêmê de û bajarê din bi ewle bûne.

Welatiyê bi navê Mihemed El-Xelef: Piştî mûdaxeleya Komîteya Çavdêriyê buhayên madeyan kêm bûye.

Hevserokê Komîteya Çavdêrî û Zimhêrê Mustefa Ebas anî ziman ku, daxwaz li ser zebeyan ji derbeyî bajarê Reqayê zêde bû, ji ber vê yekê bazirgan berhem derbasî herêmên din dikir di encamê de, her dukandarek an bazirganeke li gorî xwe firotin dikir.

Mustefa Mihemed got, "Me tedbîr girtin û li bazan kontrol kirin da ku buha kêm bibe."

(bb)

ANHA