Mijarên sereke yên rojnameyên ereban ev in

Rojnameyên ereban di nivîsên xwe yên vê sibê de bal kişandin ser neqebûlkirina rêjîma Sûriyê ya derketina Îran û Hizbullah ji Sûriyê, her wiha dewleta Tirk wekî dagirker hate pênasekirin, pêşketina rêjîma Sûriyê ber bi Deraayê ve. Rojnameyan her wiha li ser zimanê Riza Derab diyar kirin ku di mijara cezayên Emerîka yên li ser Îranê Erdogan alîkariya Îran kiriye.

Mijarên sereke yên rojnameyên ereban ev in
24 gulan, 2018   08:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Ereban ên îro hatine çapkirin, behsa rewşa Sûriyeyê û bi taybet daxuyaniyên Cîgirê Wezîrê Karên Derve yên Sûriyeyê ya girêdayî mijara hebûna Îranê û Hizbullah di Sûriyeyê de û derfetên normalîzekirina têkliyên bi Enqereyê re kirin. Rojnameyan her wiha behsa dosya nuklerî ya Îranê û alîkariya Erdogan bi Îranê re ji bo binpêkirina Îranê ji cezayan re kirin.

Hikûmeta Sûriyeyê: Îran û Hizbullah dê di Sûriyeyê de bimînin û Tirkiye dagirker e

Girêdayî mijara Sûriyeyê rojnameyên Ereb îro behsa hebûna Îranê, Hizbullah û Tirkiyeyê di Sûriyeyê de kirin. Di vê çarçoveyê de rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Dîmeşq: vekişandina Îranê ne hatiye pêşniyarkirin". Di nivîsa rojnameyê de wiha hate gotin: "Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Feysel El-Miqdad mijara vekişandina hêzên Îranê ji Sûriyeyê red kir û duh wiha gotiye ku mijara vekişandina hêzên Îranê û Hizbullah ji Sûriyeyê ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve nehatiye nîqaşkirin. El-Miqdad bang li hêzên dost û alîgir kir ku alîkariya wan di şerê li dijî terorê de bikin.." ev mijar piştî axaftina serokê Rûsyayê Viladîmêr Potîn di hefteya borî de ya vekişandina hêzên biyanî ji Sûriyeyê, derket holê.

Rojnameya El-Heyat jî gotareke xwe wiha bi nav kir: "Dîmeşq normalîzekirina têkliyên bi Enqereyê re bi siyasetên Erdogan ve girê dide." Rojnameyê diyar kir ku di dema dilnermbûna zelal di navbera Mosko û Enqereyê de di derbarê rewşa Sûriyeyê de, Dîmeşqê vegerandina têkliyên wê bi Enqereyê re bi siyasetên serokê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan ve girê dan ku tewanbar dike ku wî têklî hilweşandine. Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Feysel Miqdad wiha got: "Erdogan cîrantî neparast û hilweşand. Hebûna dagirkeriya Tirkiyeyê niha li bajarê Efrînê nîşana herî ber bi çav e. Em dixwazin hikûmeta wî alîkariya xwe bi terorîstên di Sûriyeyê de rawestîne û hêzên Tirkiyeyê ku dagirkeriya beşekî ji axa Sûriyeyê dike vekişin."

Hêzên rêjîmê ber bi başûrê Sûriyeyê ve dilin

Rojnameya El-Ereb jî behsa mijareke din kir û nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Îran ji bo zextên li Sûriyeyê yên li ser wê ji ser xwe rabike tevdigere.", rojnameya Şerq El-Ewsat jî gotareke xwe wiha bi nav kir: "Hêzên rêjîmê ber bi başûr ve.. û jinûve belavkirina milîsên Îranê." Rojnameyê diyar kir ku niha çav ber bi başûrê Sûriyeyê ne piştî ku hêzên rêjîmê û hevkarên wê giştî Dîmeşq û gundewarê wê vegerandin û tenê herêma El-Tenef a li devera sînorê di navbera Sûriyeyê û Îraqê de ya di bin serweriya Hêzên Koalîsyona Navnetewî de ye. Piştî ku hin nûçe belavbûn ku hêzên Îranê yên li hin deverên parêzgeha Deraayê dê vekişin û ber bi aliyê hêzên rêjîmê ve biçin, eşkere bû ku tenê jinûve belavkirina hêzên Îranê ye û hate gotin ku tevgera hêzên rêjîmê li gundewarê Deraayê çalak bûye û di heman demê de gefxwarinên Rûsyayê li dijî endamên Cebhet El-Nusra li herêmê zêde bûye.

Tirkiye hewl dide kirasê Cebhet El-Nusra biguherîne

Rojnameya El-Erebî got ku Cebhet El-Nusra dê xwe li Idlibê bi sopnseriya Tirkiyeyê bihelîne. Rojnameyê li ser navê fermandarê giştî yê "Tevgera Tehrîr Weten" Fatih Hesûn got ku ji bo helandina Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) de danûstandin bi sponseriya Tirkiyeyê tên meşandin.

mercên Îranê ji bo mayîndina di hevpeymana nuklerî de ne pêkan in

Girêdayî mijara Îranê rojnameya El-Heyat sernavekî xwe wiha bi nav kir: "tabûrên dirêj li pêşiya benzînxaneyên Îranê". Rojnameya Şerq El-Ewsat jî gotareke xwe wiha bi nav kir: "mercên Îranê ji bo mayîndina di hevpeymana nuklerî de ne pêkan in." rojnameyê got ku Rêberê Îranê Elî Xaminî duh hejmareke mercan li pêşiya dewletên Ewropayê danîn da ku welatê wî li gorî hevpeymana nuklerî tevbigere, nemaze piştî ku Emerîka ji hevpeymanê vekişiyan ev hevpeyman li ber hilweşandinê ye. Li gorî van mercan divê hersê dewletên Ewropa yên têkldarî dosya nuklerî (Fransa, Almaniya û Birêtaniyayê) biryarekê derbixînin û têde helwesta Emerîka ya binpêkirina biryara 2231 şermezar bikin. Her wiha soz bidin ku doza fûzeyên palîstîk û destwerdanên Îranê di herêmê de nîqaş nekin û alîkariya Îranê li dijî cezayên Emerîka yên li ser Îranê bikin û rê li pêşiya cezayên nû bigirin û firotina petrola Îranê hêsan bikin. Her wiha ziyanên ji ber qedexeyên Emerîka bidin û herî dawî bankên Ewropayê bazirganiya xwe bi Îranê re misoger bikin.

Erdogan alîkariya Îranê di binpêkirina cezayan de kir

Di derbarê alîkariya serokê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan de ya bi hevpeymanê û cezayên li ser Îranê hatine ferzkirin, rojnameya El-Ereb gotareke xwe wiha bi nav kir: "Riza Derab.. Îran û Erdogan li hemberî şerê dij gendeliya darayî û siyasî rû bi rû ne." Rojnameyê got ku karsaz û bazirganê zêr Azrî Turkî ku bi eslê xwe Îranî ye û navê wî li pêşiya dadgehê Riza Derab e şahidê sereke di dadgehkirina banknasê Tirk Mihemed Halkan Îtla ye û bi 32 mehan girtin hatiye darizandin. Serokê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan bi xwe hevpeyman erêkirine da ku cezayên navnetewî yên li ser Îranê bêne binpêkirin.

Rojnameyê di berdewama gotara xwe de diyar kir ku Derab li pêşiya dadgehê gotiye ku Erdogan dema ku serokê hikûmetê bû rê li pêşiya binpêkirina cezayên li ser Îranê vekir û Erdogan tewanbar kir ku pereyên Îranê li seranserî cîhanê spî dike û di vê mijarê de hevkariyê bi banknas Îtla di navbera salên 2010 -2015'an de dike da ku derfetê ji Îranê re vebike û karibe derbasî bazarên cîhanê bibe û cezayên li ser wê bê bandor bibin.

Lubnan derbasî amadekirina kargeha nûneran û hikûmeta nû dibe

Girêdayî mijara Lubnanê, rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Cara şeşemîn Birî serokê parlemanê ye û El-Herîrî namzetê avakirina hikûmeta xwe ya sêyemîn e." rojnameya El-Heyat jî sernavekî xwe wiha bi nav kir: "El-Herîrî: Pêdivî bi biryarên wêrek û qanûna 10 da ku Sûriyeyê venegere heye." Rojnameyê diyar kir ku serokê hikûmeta birêvebirina kar a Lubnanê Seed El-Herîrî got ku Lubnan derbasî amadekirina kargeha nûneran û hikûmeta nû dibe û benda sereke çawa siyaseta parastin û aramiya ewlehî, siyasî û aborî dê were meşandin.

El-Sedir miqdareke serxwebûna ji Îranê nîşan dide

Girêdayî mijara Îraqê, rojnameya El-Ereb sernaveke xwe wiha bi nav kir: "El-Sedir kirasê şoreşgertiyê ji xwe davêje û bi civaka navnetewî re bi zimanê kesayetekî dewletê diaxive." Rojnameyê got ku encamên hilbijartinan El-Sedir û şepêla wî xist cihekî ku jê dikare bi roleke siyasî ya Îraqê di ponaxa bê de rabe û di nava wê de derfetên beşdarbûna çalak a hilbijartina serokwezîr û diyarkirina berê giştî yê hikûmetê.

Bilokên Îraqî ji bo avakirina hikûmetê hewldanên xwe didomînin

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê mijarê de got ku komên siyasî yên Perlemantoya Îraqê hewldanên xwe yên pêkanîna itîfaqan da ku hikûmeta nû ava bikin, didomîn in.

Yekîtiya Ewropa  Erdgoan tengav dike

Derbarê rewşa Tirkiyê jî rojnameya El-Ereb sernavê "Şerê coz û loz û çarmîxkirinê di navbera Tirkiyê û Amarîka de destpê kiriye" Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Yekîtiya Ewropa xwe ji hilbijartinên pêşwext ên Tirkiyê bêrî fdike û wiha dom kir: "Perlemantoya Ewropa roja Çareşemê diyar kir ku ew ê di hilbijartinên Serokatiyê û yên Perlemantoyê yên Tirkiyê de çavdêriyê neke.

Filistîn

Derbarê rewşa Filistînê jî Rojnameya El-Qudis El-Erebî sernavê "Sefîrê Filistînê li NY ji civaka navdewletî xwest ji bê dengiya xwe derkeve û hesab ji kujeran bipirse" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku nûnerên dayîmî yên Filistînê li NY sê nameyên wekî hev ji Sekreterê Giştî yê Rêxistina Navdewletî, her wiha Serokê Konseya Ewlekariyê û Serokê Komeleya Giştî re şand. Di nameyan de rewşa xaka Filistînê û binpêkirinên Îsraîlê yên li dijî welatiyên Filistînê hatin ziman.