‘Avakirina nuqteyên Tirkiyê yên çavdêriyê ne ji bo aştiyê ye'

Berdevkê Fermî yê MSD (Buroya Helebê) Yehya Ebû El-Bera diyar kir ku avakirina nuqteyên çavdêriyên li herêma Raşidîn ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ti armancên wê yên dirust nînin, lê ji bo topbarankirina sivîlan e. Ebû El-Bera got ku armanca topbarana li ser taxa Şêxmeqsûd şikandina îradeya gelan e.

‘Avakirina nuqteyên Tirkiyê yên çavdêriyê ne ji bo aştiyê ye'
24 gulan, 2018   08:25

MIHEMED EBDO / HELEB

Berdevkê Fermî yê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (Buroya Helebê) Yehya Ebû El-Bera, derbarê avakirina nuqteyên çavdêriyê li herêma Raşidîn û topbarana li ser taxa Şêxmeqsûd ji ajansa me re axivî

Berdevkê MSD‘ê di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku di encama itîfaqên Rûsya- Tirkiyê de nuqteyên çavdêriyê li herêmên Sûriyê hatin navakirin, di nav de herêma Raşidîn a rojavayê bajarê Helebê û got ku avakirina van nuqteyan tê wateya ku Rûsya destur daya Tirkiyê da ku kiryarên xwe bidoîme.

Yehya Ebû El-Bera, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku avakirina nuqteyên çavdêriyê ne ji bo armanceke aştiyane wekî Tirkiyê îdika dike û got,"Armanca ji vê yekê ew e ku ji wan nuqteyan sivîlan topbaran bike."

Ebû-El-Bera bal kişand ku Tirkiyê bi erêkirina gelek dewletan Efrîn dagir kir û sivîl koçber birin û pîlanên xwe li Efrînê berdewam dike.

Tirkiyê dixwaze îradeya gel têk bibe

Derbarê topbarana dawî ya li ser taxa Şêxmeqsud, Berdevkê MSD‘ê Ebû El-Bera ev tişt anî ziman, "Di meha Remezanê de dema ku şênî li ser nimêjan bûn, çeteyên ser bi dewleta Tirk ve sivîlên taxa Şêxmeqsûd topbaran kirin. Di encamê de hejmarek sivîl dar bûn û ziyan madî çêbûn." Ebû El-Bera got, "Kînê li hemberî gelê Sûriyê dikişînin. Kijan bawerî qebûl dike ku di meha xêrê de êrîş werin kirn. Em musilmanin, ew kesana tu têkiliyên wan bi Islama rast nîne.".

(bb)

ANHA