‘Tecrîda li ser Ocalan sûceke li dijî tevahî mirovahiyê ye‘

Hejmarek welatiyên navçeya Til Koçer gotin ku ramanê Abdullah Ocalan  di nava çar dîwaran de sînordar nema, li tevahî cîhanê belav bû û tecrîda li ser Ocalan bi sûcekî li dijî tevahî mirovahiyê wesif kirin.

‘Tecrîda li ser Ocalan sûceke li dijî tevahî mirovahiyê ye‘
24 gulan, 2018   06:54

RAPERÎN TEHLO / QAMIŞLO

Welatiyên Ereb ên navçeya Til Koçber diyar kirin ew dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û gotin ku wan di fikirê wî de çanda jiyana navbeş dibînin.

Derbarê mijarê de, Semîra Remedan anî ziman ku Ocalan xwediyê felsefeya Neteweya Demokratîk e û parastvanê mafê jinê ye û wiha dom kir, "Li gorî me, doza Ocalan ne tenê doza serokekî an şoreşgerekî ji bo azadiya gelê xwe têdikoşe. Lê belê Rêber Ocalan çanda demokratîk û jiyana hevbeş di nava gelan de çand. Her wiha di her aliyan de mafê jinê paratin, bi saya ramanê wî em gihiştin ve astê."

Semîra Remedan tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya raya giştî ya li hemberî vê tecrîdê bi tundî şermezar kir û ev tişt anî ziman, "Em bi fikarin, Ocalan di çi rewşê de ye em nizanin. Em bang li hikumeta Tirk a faşizm dikin ku rewşa Ocalan eşkere bike. Em wekî jinên Ereb daxwazin Ocalan serbest were berdan."

Welatiyê bi navê Salih El-Kino anî ziman ku ramanê Ocalan ên derbarê azadiya gelan mezintir e ku di zindanê de bimîne, ramanê wî li her deverê cîhanê belav bûye.

El-Kino girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sucekî li dijî tevahî mirovahiyê wesif kir û got ku kesên li dijî kiryarên dewleta Tirk ên derheqê Ocalan de nesekinin şirîkên vê sucê ne.

Salih El-Kino, di dawiya axaftina xwe de bang li saziyên têkildarî mafê mirovan kir ku zextê li Tirkiyê bike ku Ocalan azad bike.

(bb)

ANHA