Sê kurên xwe winda kirin.. hêjî li Şehba li ber xwe dide

Kurekî wê li ser destên çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker şehîd bû, kurê wê yê din jî di sala 2015'an de hate revandin û hêjî agahî di derbarê wî de nehatine wergirtin, kurê wê yê sêyemîn jî di pevçûnên parastina taxa Şêxmeqsûd de şehîd bû. Niha jî li kantona Şehba li ber xwe dide û hêvî dike vegere gundê xwe Qestel Cindo yê navçeya Şera ya Efrînê.

Sê kurên xwe winda kirin.. hêjî li Şehba li ber xwe dide
24 gulan, 2018   06:42

HENAN MIHEMED / ŞEHBA

Rewşa dayîka bi navê Xatûn Ebdo ya ji pêkhateya Êzdî weke rewşa bi sedan dayîkên ku kezebên xwe winda kirine. Xatûn Ebdo sê kurên xwe di serdema aloziya Sûriyeyê de winda kirin.

Dayîka bi navê Xatûn Ebdo bi temenê xwe 70 salî ye û dayîka 7 kur û du keçikan e û ji welatiyên gundê Qestel Cindo yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ye.

Sebrî Mihemed Cimo kurê sêyemîn e û bavê 4 zarokan e û 2 zarokên wî astengdar in. Sebrî karmendekî nexweşxaneya Henan a taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê bû. Piştî ku şer û pevçûn di taxê de rû dan ji aliyê komên çete yên girêdayî Xalid Heyanî ve di gulana 2015'an de hate revandin.

Piştî hefteyekê ji revandina wî nûçeya kuştina serçete Xalid Heyanî belav bûn. Hêviya dayîka wî Xatûn jî bi vê nûçeyê zêde bû, lê dîsa jî heta niha ti agahî di derbarê wî de wernegirtine, ka mirî yan zindî ye.

Kurê dayîkê yên din Ednan Mihemed Cimo bavê zarokekê ye û ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve heta dema veguherî aloziyekê li bajarê Helebê jiyan dikir. Carekê dema ku ji bajarê Helebê vedigere Efrînê da ku serdana malbat û xizmên xwe bikin. Ednan li ser rê ji aliyê hin komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê ve hate reandin û bi hevkariya rêjîma Baasê hate tewanbarkirin. Ednan ji ber ku ji pêkhateya Êzdî ye weke gawir bi nav kirin û piştî rojekê ji revandina wî çeteyan dîmenek belav kirin û têde Ednan Mihemed Cimo kuştî diyar dibe. Çete di heman dîmenî de dibêjin: "Em ê hemû gawirên Êzdî serjêbikin".

Fexrî Mihemed Cimo bavê du zarokan e û di sala 2012'an de beşdarî nava xebatên parastina taxa Şêxmeqsû a bajarê Helebê li dijî milîsên rêjîma Baasê bû. Di encama pevçûnekê de şehîd bû.

Dayîka van şehîdan ji ajansa me ANHA'yê re axivî û diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê îdîa dike ku ew îslam e û wiha anî ziman: "Lê xebatên wan berûvajî vê yekê nîşan dibin û ti girêdana wan bi ola Îslamê re tune ye. Nemaze evan komên çete mal û milkên welatiyan talan dikin."

Xatûn Ebdo diyar kir ku dê berxwedana xwe li kantona Şehba berdewam bike heta ku vegere mala xwe ya li gundê Qestel Cindo ya navçeya Şera ya Efrînê û soza şopandina riya şehîdan heta azadî û demokrasiyê da.

ANHA