'Mijara vekişîna Îran û Hizib El-Ah ji Sûriyê ne mijara nîqaşan e'

Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rêjîma Sûriyê Fêsel Miqdad diyar kir ku mijara vekşîna Îran û Hizib El-Ah ji Sûriyê ne mijara nîqaşê ye û ev tişt anî ziman: "Ev di çarçoveya serokatiya Sûriyê bi xwe tê. Ew biryarê dide kî li ser xaka wê hebe, an nebe."

'Mijara vekişîna Îran û Hizib El-Ah ji Sûriyê ne mijara nîqaşan e'
23 gulan, 2018   11:03

NAVENDA NÛÇEYAN

CÎgirê Wezîrê Karê Derve yê Rêjîma Sûriyê Fêsel Miqdad dernarê mijarê ragîhand ku hebûna hêzên ku dê li Sûriyê bimîn in bi banga hikûmeta Sûriyê ve girêdayî ne û ev tişt anî ziman: "Ev mijarek tenê girêdayî hikûmeta Sûriyê ye. Mijar ne ji nîqaşê re ye."

Daxuyaniyên Cîgirê Wezîrê  Derve yê Hikûmeta Rêjîma Sûriyê di çarçoveya bersivdayîna daxuyaniya Rûsiya ya derbarê derketina Îran jî di nav de hemû hêzên biyanî ji Sûriyê û destpêkirina xebatên siyasî, pêk hatiye. El-Miqdad derbarê mijarê wiha got: "Hikûmeta Sûriyê bang li hêzên dost kir ku di şerê li dijî terorê alîkariya wan bike. Ji wan hêzan, Rûsiya û Îranê ye. Di nava wan de psporên şer ên Îranê û Hizib El-Ah pêk hat. Hemû aliyên behsa mijarê di şerê li Sûriyê de xwedî bandor in. Bi hikûmeta Sûriyê re tevdigerin."

(dc)