Sedan kesî sersaxî ji malbatên 2 şehîdan re xwest

Bi sedan şêniyên Serêkaniyê sersaxî ji malbata şervanên YPG`ê  Koçer Kobanê û Ehmed mizyed re xwestin.

Sedan kesî sersaxî ji malbatên 2 şehîdan re xwest
Sedan kesî sersaxî ji malbatên 2 şehîdan re xwest
Sedan kesî sersaxî ji malbatên 2 şehîdan re xwest
Sedan kesî sersaxî ji malbatên 2 şehîdan re xwest
23 gulan, 2018   10:02

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Serêkaniyê berê xwe dan konê sersaxiyê yê şervanê YPG`ê Koçer Kobanê û Ehmed mizyed re hatibû vendan kirin û sersaxî ji malbatên re xwestin.

Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîdan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate xemilandin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê destpê kir, Paşê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Zehra Qido axivî û di destpêka axaftina xwe de bixêrhatina beşdaran kir û sersaxî ji malbata herdû şehîdan re xwest. Qido, di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ku şehîdan ji bo azadiya welatê xwe canê xwe feda dikin.

Di berdewama merasîmê de li ser nevê YPG`ê Harûn Cegerxwîn axivî û wiha got: "Serkeftin û destkeftiyên li herêmê hatine bidestxidstin bi saya tekoşîn û berxwedana şehîdan pêk hatiye. Bela dijmin bizane ku emê heta dawiyê şopdarên riya şehîdên xwe bin. Em ê xeta şehîdên xwe bidomîn in û destkeftiyan heta dawî biparêzin."

Bi merasîmê de her wiha li ser navê Kongreya Star Jiyan Hêmid axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: "Gelek şehîd di oxira parastina xaka welat de cane xwe feda kirin. "

Piştî girse bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" ji bin kon derketin.

(sx/dc)

ANHA