YPG: Şervanê me Koçer Kobanê li Dêrazorê şehîd bû

Navenda Ragîhandina YPG'ê nasnameya şervanê xwe Koçer Kobanê eşkere kir.

YPG: Şervanê me Koçer Kobanê li Dêrazorê şehîd bû
23 gulan, 2018   11:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragîhandina YPG'ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG'ê hate weşandin wihaye:

"Di dîroka 31’ê Adara 2018'an de li herêma gundê Zixeyr ya Rojavayê Dêrezorê di dema ku rêhevalê me Koçer Kobanê li ser erka xwe bû, di encama qezaya maşîneyê de ji serî  û pişta xwe bi giranî birîndar bû. Rêheval Koçer heya 19’ê Gulana 2018'an li nexweşxaneya Ş. Sarya ya bajarê Hesekê de di bin venêrîna pijîşkan de ma. Di 19’ê Gulana 2018`an de di encama birîndariya xwe de şehîd bû.

 Em di serî de sersaxiyê ji malbata şehîd Koçer û tevahîya  gelê me re dixwazin. Em di kesayeta şehîd Koçer de tevahî şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî bi bîr tînin û soza ku me daye şehîdan careke din nû dikin."

Nasnameyeya şehîdê me wiha ye:

Nasnav: Koçer Kobanê

Nav û Paşnav: Ebdilhenan El Osman

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Reşîd

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 19 Gulana  2018`an