Her çeteyekî 10 malbatên Efrînê vegerîne 1000 dolari werdigire

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê hin çeteyan erkdar dikin da ku danûstandinê bi welatiyên Efrînê re bikin û vegerînin Efrînê. Artêşa Tirk her çeteyekî ku 10 malbatan vegerîne 1000 dolaran pêşkêşî wî dike. Armanca dagirkeran ji vê yekê ew e ku hejmarekî mezin ji welatiyên Efrînê beşdarî hilbijartinên dema bê bike.

Her çeteyekî 10 malbatên Efrînê vegerîne 1000 dolari werdigire
23 gulan, 2018   07:16

EHMED REŞÎD / EFRÎN

Çavkaniyekî Efrînê yê bi navê (Y. B.) ragihand ku artêşa Tirk a dagirker hin çete ji bo danûstandina bi welatiyên Efrînê re yên li derveyî Efrînê erkdar kirine da ku van welatiyan vegerînin Efrînê û ji xwe bikar bînin.

Heman çavkanî diyar kir ku her çeteyekî 10 malbatên Efrînê vedigerîne 1000 dolaran werdigire û welatiyên vegeriyane neçarî kişandina dîmenan dikin da ku bêjin Efrîn aram e.

Y. B. da zanîn ku armanca dagirkeran ji vegerandina van malbatên Efrînê ew e ku beşdarî hilbijartinên Tirkiyeyê bikin û ji xwe re bikar bînin.

Heman çavkanî diyar kir ku hemû riyên di navbera gundên Efrînê de ne bi ewle ne û welatî rastî şelandin û talanê ji aliyê çeteyan ve tên.

Çete li ser diziya malên sivîlan lihev nakin

Heman çavkanî ragihand ku çete li navçeya Meydana ya devera Reco welatiyan ji gundan bi darê zorê derdixînin da ku malên welatiyan talan bikin. Ji aliyekî din ve şer û pevçûn di navbera komên çete de gelek caran rû didin, nemaze ji ber sedema ku li ser diziyê li hev nakin. Li gorî agahiyan 4 çete di encama van pevçûnan de hatine kuştin û komên çete welatiyên navçeyê bi kuştina çeteyan tewanbar dikin û li ser vê yekê welatiyan direvînin.

Li aliyekî din welatiyê bi navê Cemal Şêxo yê ji gundê Qasim di encama teqîna mayîneke komên çete de ku li ser riya di navbera gundên Qasim û Şêxê de hatibû çandin, jiyana xwe ji dest da.

Komên çete talan û revandina welatiyan berdewam dikin û li gorî çavkaniyan welatiyên Kurd nikarin ji malên xwe derbikevin.

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê nasnameyan ji welatiyên Efrînê re çêdike da ku wan neçarî beşdarbûna hilbijartinên 24'ê Hizêranê bike û ji xwe re bikar bîne.

ANHA