Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê û Îdlibê rih dide DAIŞ

Roj bi roj belgeyên ku dewleta Tirk a dagirker piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ`ê derdikevin holê. Dewleta Tirk a dagirker li kur be, çeteyên DAIŞ`ê jî li rex wê ye. Di demekê de ku çeteyên  DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê nefesa dawî destînin, dewleta Tirk li Efrîn û Idlibê rih dide çeteyên DIAŞ û wan bi hêz dike. Dewleta Tirk di heman demê de guhertina demografî li herêmê didomîn e.

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê û Îdlibê rih dide DAIŞ
23 gulan, 2018   07:14

EFRÎN

Roj bi roj belgeyên ku dewleta Tirk çeteyên DAIŞ`ê li Efrînê zindî dike derdikevin holê. Di vê çarçoveyê de çavkaniyan ji ajansa me (ANHA) re tekez kirin ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên ku Tirkiyê ew ji Tirkiyê anîne û li gundê Ehmedî Mistê yê navçeya Bilbilê bi cih kirine. Ev malbat di demên berê de di nava çeteyên DAIŞ`ê li Tebqa, Reqa, Meyadîn, Dêrazor û Îdlibê gelek sûc kirine.

Li gorî çavkanî dewleta Tirk a dagirker ev malbat bi armaca guhertina demografî ya herêmê li Efrînê bi cih kirine. Ev malbat girêdayî 3 birayan ne. Her sê bira tevî bavê xwe ji destpêka derketina çeteyan li Sûriyê di nava çeteyê DAIŞ`ê de cih digrin. Malbatên çeteyên ku li gund bi cih bûne evin "Mihemed Ehmed Xelîl, Mesûd Ehmed Xelîl, Lûeyî Ehmed Xelîl û bavê wan Ehmed Xelîl in."

Piştî ku Bakurê Sûriyê ji aliyê şervanê QSD`ê ve ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin bi sedan çete reviyan û berê xwe dan Tirkiyê. Ev malbat yek ji wan malbatên ku reviya bûn Tirkiyê,  ev cara yekê ye ku bi alîkariya dewleta Tirk a dagirker li Efrînê derdikevin li aliyê dagirkeran ve li gundê Ehmed Mistî hatin bicihkirin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan diyar kirin ku çeteyê bi navê Mesûd Ehmed Xelîl di sala 2016`an de di encama êrîşên hewayî yên Koalîsyonê de ya li ser bajarê Reqayê hate kuştin.

Çeteyê bi navê Lûeyî Ehmed Xelîl serçeteyê ketîbeya "Ecned" a girêdayî çeteyên DAIŞ`ê bû. Di 15`ê Îlona 2016`an de li parêzgeha Îdlibê bû û ji wê derê berê xwe da Reqayê. Lûeyî çete ji Îdlibê ber bi Reqa û Meyadîn ve dibirin. Gurûpeke çeteyên girêdayî wî li gundê Ezmarîn ê Îdlibê hebû.  Li gorî çavakniyan diyar kirin ku dema ji Îdlibê derbasî Reqayê dibû gundewarên başûrê Îdlibê û Hemayê ji xwe re weke korîdor bikar tanî û di riya wê re çete derbasî Reqayê dikir.

Ehmed Xelîl bavê çeteyan dema ku li bajarê Tebqayê jiyan dikir di nava çeteyên DAIŞ`ê de cih digirt. Li dema ku bajarê Tebqayê ji aliyê şervanên QSD`ê ve ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin Ehmed Xelîl berê xwe da Meyadîn û li wê derê bi jina bi navê Wefa Mihemed Şemisedîn Xelîl (22) re zewicî. Wefa li ser xwesteka hevserê xwe Ehmed di nava sivîlên Şedadê de êrîşkeke xwekujî pêk anî.

Piştî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Efrînê vê malbatê û bi alîkariya dagirkeriya Tirkiyê berê xwe dan gundê Ehmed Mistê ya girêdayî navçeya Bilbilê. Di dema niha de ev malbat cihê xwe di nava çeteyên Ehrar El-Şerqiya li gundê Baliya, Qizil Başa û Hesen Dîra yên navçeya Bilbilê digrin.

Ji aliyekî din ve jî dîmek giha ajansa me (ANHA) ku li bajarê Îdlibê di meha Remezanê de hatiye kişandin ku têde welatî li sûkan digeran û li pişt wan li ser dîwarekî wêneyekî ala çeteyên DAIŞ`ê heye. Ev yek tekez dike ku çeteyên DAIŞ`ê bi alîkariya Tikiryê li Îdlibê jî hene.

(bx)

ANHA