Mijarên sereke yên rojnameyên ereban ev in

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên vê sibê de bal kişandin ser rewşa Sûriyê, Hilbijartinên Îranê, Hewldanên damezirandina hikûmeta Lubanê, têkçûna lîreya Sûriyê û rewşa yemen û Filistînê. Derbarê van mijaran de nivîsên cûrbecûr hatin weşandin.

Mijarên sereke yên rojnameyên ereban ev in
23 gulan, 2018   07:03

NAVNEDA NÛÇEYAN

Sûriyê

Aloziya li Sûriyê îro jî wekî mijarek sereke di çapemeniya ereban de derkete pêş. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê mijarê de sernavê "65 rêveberên DAIŞ'ê li rojhilatê Çemê Firatê diçemberê de ne" avêt. Rojnameya El-Heyat jî derbarê mijarê de sernavê "QSD çembera li DAIŞ'ê teng dike, noqteyên çavdêriyê li ser sînorê Îraqê  hatin çêkirin." Avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku hêzên QSD'ê bi piştgiriya Koalîsyona Navdewletî ku Amarîka rêveberiya wê dike nêzîk bûye ku herêmên dawî yên li rojhilatê Firatê di bin destê DAIŞ'ê de ye bidest bixin û wiha dom kir: "Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê duh diyar kir ku 65 serçeteyên DAIŞ'ê yên di rêza yemem de li bajaroka Hejîn a rojhilatê Dêrazorê ne. piraniya wna Îraqî û nasnameyên biyanî ne. Her wiha hate gotin ku zêdeyî 800 girtî li Hecîn li gel DAIŞ'ê ne, çarenûsa wan ne diyare."

DAIŞ li colistana Sûriyê êrîşî rêjîmê kir

Rojnameya El-Heyet jî derbarê êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser bargehên rêjîma Sûriyê sernavê "Di kampa Yermûk de… wêranî û leşkerên şahiya serkeftinê lidar dixin" avêt. Rojnameya El-Ereb jî derbarê mijarê de sernavê "Şêniyên Şamê cara yekem bi ewlekarî jiyan dikin" avêt.

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê rewşa li Sûriyê sernavê "Di êrîşa DAIŞ'ê ya li colistanê 26 leşkerên rêjîma Sûriyê û Îranê hatin kuştin" avêt. Rojnameyê da zanîn ku di êrîşa duh a DAIŞ'ê ku li dijî hêzên rêjîmê pêk hat, herî kêm 26 leşkerên rêjîmê û çekdarên girêdayî wê hatin kuştin û wiha dom kir: "Mudîrê Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê Ramî Ebdulrehman derbarê mijarê de ji ajansa Firansî re axivî û wiha got: DAIŞ piştî teqandina tirmpêlekê  li dijî komeke hêzên rêjîma Sûriyê êrîş pêk hat. Pişt re jî şer derket. Şer hîn jî didome. Çeteyên DAIŞ'ê bi dizî ketin herêmên rêjma Sûriyê ya li rojhilatê SÛriyê ya Sûriyê."

Rojnameyê wiha dom kir: "Êrîşa DAIŞ'ê piştî çend saetan ji gihandina çeteyên DAIŞ'ê yên bi otobîsan derbasî bajahiya Sûriyê bûn. çeteyên behsa mijarê ji kampa Yermûk û taxa Tedamin a paytext Şamê di encama itîfaqa veşartî ya di navbera DAIŞ û rêjîma Sûriyê û navbênkariya Rûsiya pêk hat."

Îran ji bargeheke li başûrê Sûriyê vekişiya

Rojnameyên ereban derbarê vekişîna hêzên Îranê ya ji bargehên li başûrê Sûriyê jî nivîsên cûda weşandin. Rojnameya El-Qudis El-Erebî derbarê mijarê de sernavê "Çekdarên girêdayî Îranê xwe ji başûrê Sûriyê vekişandin..26 kuştiyên rêjîmê" avêt. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê mijarê de sernavê "Vekişîna Îranê ji bargehên başûrê Sûriyê" avêt. Rojnameya El-Ereb jî derbarê mijarê de sernavê Çekdarên Îranê ji Dera derketin: Cihê xwe guheritn, an destpêka vekişîna ji Sûriyê ye" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku çavkaniyên ji hêzên girêdayî Îranê xwe ji herêmên parêzgeha Dera ya başûrê Sûriyê vekişaqndin û berê xwe dan bargehên leşkerî yên girdayî rêjîma Sûriyê yên li dawiya Dera û paytexta Sûriyê û wiha dom kir: "Ev vekişîna Îranê di dema ku zext li wan tê kirin ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîn in. Di demên dawî de Rûsiya jî dengê xwe tevlî aliyên ji Îranê dixwaze ji Sûriyê derkeve."

Îraq

Derbarê rewşa Îraqê de Rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "El-Sedir hevdîtinên xwe yên bi şandeya Barzanî re zêde kirin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku rêveberê Koalîsyona Saîrûn Muqteda El-Sedir hevdîtinên xwe yên bi rêveberên koalîsyon û hevgirtinên mezin re zêde kir û duh jî bi şandeya PKD'ê re pêk anî.

Kurd doza serokatiya Îraqê dikin

Rojnameya El-Heyat jî derbarê hilbijartinên Îraqê de sernavê "Kurd bi israr doza serokatiya Îraqê dikin" avêt. Rojnameyê di nvîsa xwe de bal kişand ser hevdîtinên El-Sedir duh li Bexdayê pêk anî û wiha dom kir: "Li aliyê din jî nûnerê Amarîka li Îraqê Burt McCurg li Silêmaniyê bi partiyên kurdî re lidar xist. Ji wan xwest ku mijar serokatiya Îraqê diyar bikin. "

Tevgera Îran li Îraqê

Rojnameya El-Ereb derbarê mijarê de got ku îran li Îraqê bi demê re ketiye pêşbirkê û wiha dom kir: "Hevkariyan bi komên Îraqî re pêk tîne, beriya ku gotina Wezîrê Karê Derve yê Amarîka Maic Bombio embargoya herî dijwar di dîrokê de li dijî Îranê piratîze bike."

Lubnan..El-Herîrî û damezirandina hikûmeta nû

Derbarê rewşa Lubanê de rojnameya El-Heyat sernavê "Koma Musteqbel bi hilbijartina Birî re ye, her wiha dê El-Herîrî ji bo hikûmeta nû erkdar bike" avêt. Rojnameyê got ku Koma El-Musteqbel duh piştî civîna xwe ya bi serokatiya Sed El-Herîrî diyar kir ku ew piştgiriyê didinê ku Nebîh Birî carke din wekî serokê Mecla Perlamantoyê bimîne. Komê her wiha da zanîn ku ew ê El-Herîrî ji bo hikûmeta nû erkdar bike. bo hikûmeta nû erkdar bike."

Rojnameya El-Ereb jî derbarê mijarê de sernavê "El-Herîrî dizane biaqiliya Hizb El-Ah da ku Hikûmetê saz bike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Serokwezîrê Lubanê bawere ku derfeta wî heye ku hikûmeta Lubanê di rewşa lihevkirina bi Hizb El-Ah re saz bike. Rojnameyê wiha dom kir: "Di encama lihevkirina di navbera El-Herîrî û Huzib El-Aha bi ser Îraqnê ve dê ji cezayên Amarîka xilas bibe."

Lîreya Tirkiyê hîn tê xwarê

Derbarê rewşa Tirkiyê de jî rojnameya El-Heyat sernavê: "Lîreya Sûriyê ber bi paş de vedigere, metirsîn heye ku Erdogan siyaset darayî bixe destê xwe" Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Lîreya Tirkiyê daket asta xwe ya herî kêm.

Yemen

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê rewşa Yemenê jî sernavê "Amarîka 5 parêzerên bi tewana piştgiriya Hûsiyîn ceza kirin" avêt. Rojnameya El-E-Ereb jî derbarê mijarê sernavê"Têkçûnên Hûsî yên li pey hev, rewşa piştî şer a Yemenê derdixe rojevê" avêt.

Filistîn

Rojnameya El-Eheyat derbarê reşwa Filistînê de sernavê "Rayedarên Filistînê bijara gerandinê derdixe pêş: Sûcên Îsraîlê li ber Cenayetên Navdewletî ye" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku piştî sê salan ji endametiya Filistînê ya Dadgeha Navdewletî Wezîrê Karê Derve ya Filistînê Riyad El-Malikî duh sûcên şer ên Îsraîlê dewrî Dadgeha Cinaî ya Navdewletî kir.

(dc)