Di topbarana li ser Şêxmeqsûd de 3 sivîl birîndar bûn

Di enama topbarana li ser taxa Şexêmeqsûd a Helebê di nav de yek jin 3 welatî birîndar bûn û ziyanên madî gihiştin mal û milkên sivîlan.

Di topbarana li ser Şêxmeqsûd de 3 sivîl birîndar bûn
Di topbarana li ser Şêxmeqsûd de 3 sivîl birîndar bûn
Di topbarana li ser Şêxmeqsûd de 3 sivîl birîndar bûn
Di topbarana li ser Şêxmeqsûd de 3 sivîl birîndar bûn
Di topbarana li ser Şêxmeqsûd de 3 sivîl birîndar bûn
Di topbarana li ser Şêxmeqsûd de 3 sivîl birîndar bûn
Di topbarana li ser Şêxmeqsûd de 3 sivîl birîndar bûn
Di topbarana li ser Şêxmeqsûd de 3 sivîl birîndar bûn
22 gulan, 2018   21:22

EHMED REŞÎD – ARŞÎN NECAR / HELEB

Çeteyên komên bi navê "Ehrar El-Şam û Nûredîn El-Zingî" yên desteka xwe ji dewleta Tirkiyê digirin ku li bajaroka Kefer Hemrayê ya bakurê Helebê dikeve, vê êvarê sûka gelerî ya taxa Şêxmeqûs û kolana 20 û 15 dane ber topan. Hate ragihandin ku di encama topbaranê de di nav de yek jin 3 sivîl birîndar bûn, her wiha ziyan gihiştin milkên welatiyan.

Birîndar rakirina nexweşxaneyan.

Ji welatiyên birîndar bûne navên duduyan hatin naskirin, "Mihyo Şahîn ê 38 salî û Zehîda Mihemed a 37 salî. Li gorî kadroyên nexweşxaneyê rewşa birîndaran baş e.

Derbarê topbaranê de, welatiyek ji taxê diyar ku topbaran di dema ku welatî numêja terawîha dikirin, dengê topbaranê ji aliyê bakurê bajarê Helebê hate bihîstin û li taxa 20 û 15, her wiha sûka gelerî ketin, di encamê de 3 welatî birîndar bûn.

Zehîde Mihemed a di lingê xwe de birîndar bû diyar kir ku ew diçû sûkê, ji nişkêve top lê nêzî wê ket û birîndar bû.

(bb)

ANHA