Li Efrînê wiha li serê şêniyên resen dikin!

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê li navçeya Mabeta welatiyan direvîne û ber bi cihekî ne diyar ve dibe û xiracê ji welatiyan distîne. ji aliyekî din ve jî avakirina baregehên xwe yên leşkerî li Efrînê berdewam dike.

Li Efrînê wiha li serê şêniyên resen dikin!
Li Efrînê wiha li serê şêniyên resen dikin!
Li Efrînê wiha li serê şêniyên resen dikin!
Li Efrînê wiha li serê şêniyên resen dikin!
22 gulan, 2018   06:39

BASIL REŞÎD / EFRÎN

Çavkaniyên taybet ji navçeya Mabeta ya Efrînê û gundê Kaxirê yê heman navçeyê ji ajansa me ANHA'yê re ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê welatiyê bi navê Mihemed Hacî Sirûr ê 28 salî ji Mabeta revandine û ev hefteyeke çarenûsa wî ne diyar e.

Di heman çarçoveyê de çavkaniyan diyar kirin ku dagirkeran li gundê Kaxirê yê navçeya Mabeta jî welatiyê bi navê Riyad Murad Cabo yê 40 salî ev mehek e revandine. Cabo li ser riya gund dukandar bû û ji dukana wî hatiye revandin.

Çavkaniyan dane zanîn ku dagirker di bin hincetên cûda de revandina welatiyan berdewam dikin.

Xiracê ji welatiyan distînin

Çavkaniyekî din ji Efrînê ragihand ku dagirkeran li gundê Avrazê yê navçeya Mabeta 15 hezar lîreyên Sûriyeyê weke xirac ji her welatiyekî distînin. Heman çavkanî got ku kesên nikarin xiracê bidin jî li hemberî lêdan û îşkenceyê li ser destên çeteyan rû bi rû dimînin.

Baregehên leşkerî ava dike

Ji aliyekî din ve artêşa Tirk a dagirker avakirina baregehên leşkerî li herêma Efrînê berdewam dike. Di vê derbarê de çavkaniyekî ji gundê Kaxirê diyar kir ku artêşa Tirk li çiyayê Nîşan yê rojavayê gund baregeheke leşkerî ava dike.

Çavkaniyan her wiha dane zanîn ku dagirker baregeheke xwe ya leşkerî li gundê Gazê yê girêdayî devera Cindirêsê li aliyê bakurê gund ava dike.

(jh)

ANHA