Jinên Kobanê kevneşopiya xwe diparêze

Dayîka bi navê Xanim Mehmûd ev 60 sal in bi destên xwe cilan dirêse û bi vê xebata xwe dîroka jinên Kurd ên xebatkar û afrîneriya wan vedibêje û kevneşopiya kurdî diparêze.

Jinên Kobanê kevneşopiya xwe diparêze
22 gulan, 2018   06:10

HÊZA HESEN / KOBANÊ

Pîşeya rêsandina cilan yek ji pîşeyên kevin ên jinên Kurd e û jinan têde pisportiya xwe nîşan dan, lê ji ber pêşketina alavên pîşekariyê û fabrîkeyan niha ev pîşe ber bi tunebûnê ve diçe.

Tevî vê yekê hêjî hin jinên Kurd parastina kevneşopiya xwe dikin û pîşeya rêsandina cilan bi destan berdewam dikin. Jinan ev pîşe ji bav û dapîrên xwe wergirtin. Dayîka bi navê Xanim Mehmûd mînak e.

Xanim Mehmûd ji bajarê Kobanê ye û bi temenê xwe 75 salî ye û diyar kir ku ev 60 sal in ew di pîşeya rêsandina cilan de dixebite. Xanim dibêje ku evan pîşe bingeha parastina kevneşopî û dîroka jinên kedkar a herêmê ye.

Xanim di berbangê de radibe û li pêşiya kenara mala xwe rûdine û hemû alavên pîşeya xwe û pêdiviyên rêsandina cilan (Tevin, darpişt, hepî, dargûr, şivik, pijik, befiş û masûr) li pêşiya xwe datîne û heta dema berêvarî dixebite.

Xanim dibêje ku çêkirina cilekê li ba wê sê rojan li ber xwe dide û wiha got: "Ez ji 15 saliya xwe ve di vê pîşeyê de dixebitim, lê niha ji ber pêşketina alavên pîşekariyê û fabrîkeyan ev pîşe li ber tunebûnê ye."

Xanim Mehmûd got ku çêkirina cilan eşqa wê ye û ew bi vê xebata xwe kevneşopiya jinên kedkar ên herêmê diparêze.

ANHA