Xebatên Komîteya Tenduristiyê ya Reqayê

Komîteya Tenduristî ya Meclîsa Sivîl a Reqayê kar û xebatên xwe ji dema hatiye damezrandin ve di 18 Nîsana borî de tevî hemû kêmderfetan berdewam dike.

Xebatên Komîteya Tenduristiyê ya Reqayê
Xebatên Komîteya Tenduristiyê ya Reqayê
Xebatên Komîteya Tenduristiyê ya Reqayê
Xebatên Komîteya Tenduristiyê ya Reqayê
Xebatên Komîteya Tenduristiyê ya Reqayê
22 gulan, 2018   05:39

FIDA ELÎ – CÎHAN MIHEMED / REQA

Di meha Tîrmeha sala borî de Komîteya Tenduristiyê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê bi hevkariya rêxistinên tenduristî yên navnetewî hemleya derzîlêdanê li dijî felca zarokan li gundewarê Reqayê pêk anîn û di hemleyê de 105 hezar zarok ji giştî 120 hezar zarokan derzî kirin. Her wiha hemleyeke zaniyariya tenduristî pêk anîn.

Hemleya duyemîn a li dijî felca zarokan di cotmeha sala borî de pêk hat û di vê hemleyê de jî 130 hezar zarok ji giştî 145 hezar zarokan hatin derzîkirin. Her wiha hemleyeke din a li dijî felca zarokan di çileya îsal de pêk anîn û li rex wê hemleya zaniyariya tenduristî hate meşandin.

Di adara îsal de Komîteyê hemleyeke din a li dijî felca zarokan da meşandin û têde 175600 zarok ji giştî 180 hezar zarokan hatin derzîkirin.

Avakirina komîteyan û destûrkirina dermanxane û navendên tenduristiyê

Komîteyê li rex xebatên xwe yên hemleyên derzîlêdanê gelek komîteyên tenduristî yên cûda ava kirin da ku rewşa dermanxaneyan li giştî gundewarê Reqayê bişopînin û rê li pêşiya derqanûniyan bigirin her wiha destûra kar ji 150 dermanxaneyan re û 8 embarên dermanan re peyda kirin û 36 dermanxaneyên ku bi awayekî derqanûnî dixebitîn girtin û laboratwarek destûr kirin.

Komîteyê her wiha destûrên navendên tenduristiyê yên gundên El-Kisra, devera El-Hos, El-Meşhedanî, navenda Dar El-Şîfa, nexweşxaneya El-Ferat a bajarê Reqayê destûr kirin.

Her wiha navendên tenduristî li kampa Eyn Îsa, devera Hemra, Nasra û El-Kesrat bi hevkariya komeleya El-Mewedê ya xêrxwaz vekirin.

Komîteyê her wiha navenda tenduristî ya li taxa El-Meşleb a bajarê Reqayê û navenda tenduristî ya li El-Xatûniyê aktîf kirin û derman û pêdiviyên tenduristiyê ji wan re peyda kirin.

Komîteya Tenduristiyê her wiha navenda tenduristiyê ya taxa Sêf El-Dewlê ji nû ve aktîf kir û bankeke xwînê têde ava kirin û kadroyekî tenduristiyê jêre peyda kir. Her wiha navenda tenduristiyê ya El-Reşîd bi hevkariya rêxistina Heyva Sor a Kurd û rêxistina UPP ya Îtaliyayê sererast kir û niha peymangeheke tenduristiyê li Reqayê vedike.

Komîteya Tenduristiyê serdana nexweşxaneya El-Wetenî kir piştî ku ji mayînê û bermahiyên hilweşandî hate paqijkirin û alavên ku ziyan nedîtine careke din bikaranîn û niha lêkolîneke berfireh di derbarê rewşa tenduristî ya herêmê û derfetên jinûve xebitandina nexweşxaneya El-Wetenî de amade dike.

Serokê Komîteya Tenduristiyê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Ehmed Xelîl di derbarê mijarê de diyar kir ku dê bi hemû hêz û derfetên xwe hewl bidin alîkariya tenduristî pêşkêşî welatiyan bikin.

(jh)

ANHA