Şanoyeke nû û lîstokvanê wê Erdogan e

Serokê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan heta dema serokwezîr bû, qerebalixî weke damançeyeke bi guleyên vala derdixist û êrîşî hevkarê xwe yê herî mezin li herêmê Îsraîlê dikir, da ku Ereb û îslamiyan bixapîne û ji xwe re weke propagandeyeke kesane bikar bîne ji bo xwe weke xelîfê îslamiyan nîşan bide.

Şanoyeke nû û lîstokvanê wê Erdogan e
22 gulan, 2018   04:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji dema ku serokê Emerîka Donald Trump di destpêka çileya 2017'an de Qudis weke paytexta Îsraîlê nas kiriye ve, serokê Tirkiyeyê û serkêşê AKP'ê Receb Tayîp Erdogan doza Filestîniyan ji xwe re bikar tîne da ku propagandeya xwe di cîhana Ereb û îslamiyan de bike, nemaze piştî ku rûreşiya wî ji ber alîkariya wî bi komên terorîst û Ixwan Muslimîn re eşkere bû, her wiha alîkariya wê bi Qeterê re û hevkariya wê bi Îranê re.

Serokê Tirkiyeyê ku endamekî NATO'yê ye daxuyaniyên ber biçav belav kirin da ku bala îslamiyan bikişîne û bang li Rêxistina Hevkariya Îslamiyan kir ku civîneke awarte lidar bixe û di encamê de tenê nerazîbûna xwe li hemberî biryara serokê Emerîka ku Qudis weke paytexta Îsraîlê nas kiriye, nîşan da bêyî ku biryarên pratîk werbigire yan danûstandina bi Îsraîlê re rawestîne. Her wiha herdu aliyên Turkiye û Îsraîlê daxuyaniyên dîplomasî li hemberî hevûdu derxistin bêyî ku bandorê li têkliyên di navbera wan de bike.

Daxuyaniyên dîplomasî yên dijber di navbera Turkiye û Îsraîlê de

Daxuyaniyên dîplomasî yên dijber di navbera Turkiye û Îsraîlê de ne tiştekî nû ye, di Sibata 2009'an de serokê hêzên bejahî yê Îsraîlê Avay Mizrahî daxuyaniyek da û têde ji Erdogan re dibêje ku Tirkiyeyê li dijî Ermeniyan û Kurdan komkujî pêk anîne û bakurê Qubirsê dagir kiriye û bang li Erdogan kir ku bila "di neynikê re li xwe temaşe bike" û di encamê de têkliya di navbera herdu welatan de aloz bû.

Pişt ku serokê Emerîka Donald Trump bajarê Qudisê weke paytexta Îsraîlê nas kir û sefareta xwe veguhest Qudisê, Erdogan jî Îsraîlê weke dewleteke dagirker û teror di nîsana 2018'an de bi nav kir û rayedarên Îsraîlê weke xwînvexwar binav kirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyemîn Natenyaho jî daxuyaniyên Erdogan bersivandin û got ku ew ti carî waneyên exlaqê ji serokê dewletekê ku gundên Kurdan di dewleta xwe de dişwitîne wernagire û rojnameyan dixe zîndanê û hevkariya Îranê dike da ku cezayên navnetewî binpê bike.

Bersiva Îsraîlê Erdogan bi hers kir û careke din êrîşî Natenyaho kir û wiha got: "Di vê cîhanê de kesekî ji te hez dike tune ye û bersiva navnetewî di Netewên Yekbûyî de li ser pêgava te ya di derbarê Qudisê de eşkere ye û serê xwe bi çekên nuklerî raneke, dibe ku di demên pêwîst de nexebitin, ji ber vê yekê dest ji dijberiya me berde û rast be û tu ti carî bersiveke erênî ji me wernagirî."

Lê serokwezîrê Îsraîlê careke din Erdogan bi hêrs kir û li ser Tiwettera xwe wiha got: "Erdogan fêrî bersivan bûye.. yê ku bakurê Qubirsê dagir dike û êrîşî herêmên Kurdî dike û welatiyên sivîl li Efrînê serjê dike, ne ji mafê wî ye ku waneyên nirx û exlaqê bide me."

Di van demên dawî de, piştî buyerên li Gazzayê di salvegera 70'yemîn a binkeftinê de û qurbanîbûna 62 filestîniyan, Tirkiyeyê ragihand ku dê sefîr û balyozxaneyê giştî yên Îsraîlê biqewitîne, lê "demeke kurt" û bi vê yekê riya vegera têkliyan vekirî dihêle, bi taybet piştî ku di sala 2016'an de têkliyên xwe piştî buyera gemiya "Mavî Mermera" normalîze kirin, bêyî ku ambargoya li ser Gazzayê were rakirin, ev jî merca ku danîbû pêşiya Îsraîlê da ku têkliyên xwe normalîze bike.

Di vê dema dawî de Erdogan banga lidarixstina civîneke awarte ya Meclîsa Hevkariya Îslamiyan kir û di encamnameya wê de tenê bang lêpirsîneke navnetewî dike û daxwaza şandina hêzên navnetewî ji Filestînê re dike da ku jiyana filestîniyan were parastin, lê bêyî ku danûstandina bi Îsraîlê re were rawestandin, tevî ku serokê hikûmeta Filestînê Ramî El-Hemedellah banga rawestandina danûstandinan dike.

Hin çavdêr dibînin ku ev civîna awarte ku di Îna borî de hatiye lidarxistin, di çarçoveya propagandeyê de ye û ew ne dûrî propagandeya hilbijartinên serokatiyê yên Tirkiyeyê di hizêrana bê de ye.

Gelo Erdogan di daxuyaniyên xwe de ciddî ye yan ji bo propagandeya xwe bikar tîne?

Pir hêsan e rastiya daxuyaniyên Erdogan ên li dijî Îsraîlê bêne naskirin ku di çarçoveya propagandeyê de ye û hewl dide rûreşiya xwe li pêşiya cîhana Ereb û Îslamiyan spî bike, bi taybet piştî ku komên alîkariya xwe ji wî werdigirtin nikaribûn bigihêjin desthilatdariyê li welatiyên têde buhara gelan rabûne weke Tûnis, Misr û niha li Sûriyeyê. Têrê dike ku eger li dîroka têkliyên di navbera Tirkiye û Îsraîlê de were vegerandin, di serdema Receb Tayîp Erdogan de dema ku serokwezîr bû û piştî bû serokê Tirkiyeyê asta xurtbûna têkliyên di navbera herdu aliyan de eşkere bû.

Destpêka têkliyên Tirkiye û Îsraîlê

Têkliyên di navbera Tirkiye û Îsraîlê de gelekî kevin in. Dewleta Osmaniyan ji sala 1800'î ve bi roleke sereke di koçberkirina Cihûyan de û bicihkirina wan di Filestînê de rabûn. Osmaniyan rê ji Cihûyan re vekir da ku erd û zeviyên Filestînê bikirin û dest bi koçberiya cihûyan ber Filestînê ve kirin.

Piştî ku Netewên Yekbûyî biryara avakirina dewleteke Cihûyan û dewleteke Filestîniyan li ser axa Filestînê di sala 1947'an de da, Tirkiyeyê dijberiya vê biryarê kir û weke her car rayedarên Tirkiyeyê ev biryar ji xwe re bikar anîn da ku propagandeya xwe di cîhana Ereb û Îslamiyan de bikin û xwe weke parêzvanên Îslamiyan û Ola Îslamê nîşan bidin. Lê tavilê niyeta Tirkiyeyê û keysbaziya wê eşkere bû, dema ku weke yekemîn dewleta Îslamî dewleta Îsraîlê di sala 1949'an de nas kir û di sala 1950'î de dest bi têkliyên xwe yên dîplomasî bi Îsraîlê re kir.

Di navbera salên dawiya 60'î û dawiya 70'yî de têkliyên di navbera herdu dewletan de xirab bûn û di destpêka salên 80'yî de dîsa têkliyên wan vegeriyan û di destpêka salên 90'î heta serdema hatina Erdogan a desthilatdariyê di sala 2002'yan de û heta dema bû serokê Tirkiyeyê têkliyên di navbera wan de baş bûn.

Tevî daxuyaniyên dijber ên siyasî û êrîşa wê li dijî Îsraîlê Erdogan di heman demê de têkliyên xwe bi Îsraîlê re pêş dixistin û bi taybet di aliyê ewlehî, leşkerî, bazirganî û geştewariyê de.

Hevkariya ewlehî û leşkerî

Ji destpêka hatina Erdogan a desthilatdariyê ve, serokê artêşa Tirkiyeyê general Hilmî Ozgok di tîrmeha 2002'an de berê xwe da Îsraîlê û bi hevpîşeyê xwe yê Îsraîlê Mûşî Yehlon re civiya. Di Mijdara heman salê de serokê beşê siyasî yê Wezareta Parastinê ya Îsraîlê serdarê yedek Amûs Cilhad nîqaşên asayî di derbarê têkliyên ewlehî di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de dest pê kirin. Di Mijdara 2003'an de li navenda Wezareta Parastinê ya Enqereyê bi beşdarbûna rayedarên beşê teknolojîk ên artêşa Îsraîlê nîqaş hate destpêkirin û di wê demê de Amûs Cilhad got ku çalakiyên hevbeş di navbera herdu artêşên Tirkiye û Îsraîlê de di sala 2003'an de ji sedî 40 li gorî sala 2002'yan bilind bûye.

Di Nîsana 2005'an de Tirkiyeyê 3 balefirên bê pîlot ên UAV û sîstemeke baregehan ji şîrketa pîşekarên ezmanî yên Îsraîlê bi 183 milyon dolaran kirîn. Têkliyên di navbera Erdogan û Îsraîlê de her çû xurt bûn û gihîşt asta ku Erdogan di sala 2008'an de alîkariya Îsraîlê ya balefirên bê pîlot, dûrbînên şevê û agahiyên istixbaratê xwestin da ku di şerê xwe yê di dijî gelê Kurd de bikar bîne.

Di gulana 2005'an de Erdogan serdana Îsraîlê kir û bi serokê Îsraîlê Mûşî Katsav û serokwezîrê Îsraîlê Ariyêl Şaron re civiya û herdu aliyan lihev kirin ku têkliyên di navbera wan de bi taybet di aliyê leşkerî de berdewam bikin û pêşxistina 17 projeyên hevbeş di navbera Tirkiye û Îsraîlê de di aliyê leşkerî de piştrast kirin û li gorî wê Tirkiye dê alavên leşkerî yên Îsraîlê bikire û li hemberî wê Tirkiye dê avê ji Îsraîlê re peyda bike.

Girêdesta herî balkêş a leşkerî gihîşt nîv milyar dolar û li gorî wê Îsraîl dê 30 balefirên şer ên Tirkiyeyê yên F4 sererast bike û pêşbixîne.

Nivîskar Ehmed Xalid El-Zehterî di pirtûka xwe ya bi navê "Têkliyên Tirkiye û Îsraîlê di salên 2002'an heta 2016'an" de dibêje ku tevî Erdogan gelek hevpeyman bi Îsraîlê re îmze kirine, lê partiya wî AKP'ê karibû raya giştî ya Tirkiyeyê bi riya daxuyaniyên xwe yên dijberiya Îsraîlê ber bi xwe ve bîne û wiha dibêje: "Di pratîkê de û di çarçoveya stratejîk de Erdogan û AKP'ê têkliyên xwe bi Îsraîlê re di aliyên ewlehî û leşkerî de xurt kirin da ku Îsraîlê ber bi xwe ve bîne û armancên xwe yên siyasî di hundirê Tirkiyeyê û derveyî Tirkiyeyê de pêk bîne."

Berdevkê pîşesaziya balefirên Îsraîlê Doron Solîk dibje ku Tirkiye di kirîna pêdiviyên leşkerî yên Îsraîlê de piştî Hindistanê di rêjeya duyemîn de ye.

Îsraîl ezmanê Tirkiyeyê bikar tîne da ku Dêrazorê ya Sûriyeyê bombebaran bike

Di 6'ê 2007'an de balefirên Îsraîlê li dijî baregeheke li Dêrazorê ya Sûriyeyê êrîşek pêk anî. Îsraîlê got ku ew baregeheke nuklerî bû, lê bêyî ku nîşanekê pêşkêş bike. Li gorî agahiyan balefirên Îsraîlê di ser ezmanê Tirkiyeyê re geriyan û du depoyên sotemeniyê bi ser Tirkiyeyê de berdan, vê yekê hişt ku Tirkiyeyê tevlîhev bibe.

Hevkariya aborî

Tevî hemû îdîayên tevliheviya têkliyên siyasî di navbera Tirkiye û Îsraîlê de ji ber daxuyaniyên Erdogan ku hewl dide cîhana Ereb û Îslamiyan bi van daxuyaniyên xwe bixapîne, lê hevsengiya bazirganî ya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de geş dibe û pêşve diçe, heta di demên tevliheviya siyasî de têkliyên aborî pêş dikevin. Ev yek rastiya siyaseta derve ya AKP'ê li herêmê nîşan dide.

Erdogan hewl dide xwe weke xelîfê îslamiyan nîşan bide û her tim behsa destdirêjiyên Îsraîlê di derheqê Filestîniyan dike. Dewleta Tirkiyeyê ji dema ku Îsraîl nas kirine berê xwe nade bazarên Ereban da ku têkliyên xwe bi wan re pêş bixîne, lê belê berê xwe da bazarên Îsraîlê. Gotina Wezîrê Bazirganî û Aboriya Tirkiyeyê Cemîl Parlas di sala 1949'an de piştî serdana şandeyeke Îsraîlê li Tirkiyeyê nîşana herî ber biçav e û wiha gotibû: "Tirkiye û Îsraîlê di aliyê bazirganiyê de hevûdu temam dikin. Tirkiye pêdiviyên pîşeyî ji Îsraîlê werdigire û Îsraîl jî madeyên xam ji Tirkiyeyê werdigire." Erdogan jî heman siyasetê heta roja me ya îro dide meşandin."

Erdogan xebatên aştiyê îdîa dike, lê karsazan dişîne Îsraîlê

Erdogan bi riya daxuyaniyên xwe hewl dide xwe weke daxwazmendê aştiyê nîşan bide, lê pratîka wî berûvajî ye. Di serdana wî ya yekemîn de di gulana 2005'an de Erdogan got ku armanc ji serdana wî ya Îsraîlê ew e ku beşdarî xebatên aştiyê bibe, lê di rastiyê de Erdogan bi xwe re bêtirî 100 karsazên Tirk birin Îsraîlê.

Nîşana hevkariya bazirganî ya xurt, daxuyaniyên serokwezîrê Îsraîlê Îhûd Olmert a sala 2007'an bû dema got ku bi dehan şîrketên Îsraîlê li Tirkiyeyê dixebitin û bi milyaran li berhema netewî ya Tirkiyeyê zêde dikin. Olmert banga zêdekirina hejmara geştewarên Tirk li Îsraîlê kir.

Ne tenê ev, lê belê çalakiyên pavekirinê ku di sala 2008'an de pêk hatine hişt ku Îsraîl beşdarî xeta kirînê ya hin saziyên Tirkiyeyê bibe. Her wiha 250 şîrketên Îsraîlê di Tirkiyeyê de hene û bêtirî 580 şîrketên Tirkiyeyê di Îsraîlê de hene.

Dema ku Erdogan hat ser desthilatdariyê rêjeya pevguhertina bazirganî di navbera Tirkiye û Îsraîlê de li gorî serjimariyên Tirkiyeyê derket 1,405 milyar dolar û di sala 2016'an de piştî ku Erdogan bû serokê Tirkiyeyê ev rêje derket 4,341 milyar dolar.

Rêjeya pevguhertina bazirganî di 8 mehên destpêkê yên sala 2017'an 3,2 milyar dolar e, ne tenê ev, lê belê rêjeya pevguhertina aborî di navbera herdu dewletan de heta piştî buyera gemiya "Mavî Mermera" ya sala 2009'an 2,6 milyar dolar bûn. Evan hejmar û serjimare piştrast dike ku têkliyên di navbera Erdogan û Îsraîlê de heta di serdemên tevliheviyê de nîşan didin.

Aliyê geştewariyê

Di aliyê geştewariyê de têkliyên di navbera Tirkiye û Îsraîlê de gelekî pêş ketin. Tirkiyeyê bû armanca piraniya geştewarên Îsraîlê  û heftane bi dehan geştên ezmanî ji balefirgeha Bin Goryon a Til Evîvê ber bi bajarên Tirkiyeyê ve diçûn, nemaze di havîn û cejnan de hejmara geştên ezmanî rojane bi dehan bûn.

Hejmara geştewarên Îsraîlê yên ku di sala 2007'an de serdana Tirkiyeyê kirine nêzî 400 hezar bûn û ji sedî 2 ji giştî geştewarên hatine Tirkiyeyê bûn. Di sala 2008'an de hejmara Îsraîliyên serdana Tirkiyeyê kirine nîv milyon derbas kir.

Taybetmendiya balkêş a têkliyên aborî di navbera Tirkiye û Îsraîlê de di serdema desthilatdariya AKP'ê de pêşxistin û geşkirin e, ango berûvajî têkliyên wê yên dîplomasî ye. Ji ber vê yekê têkliyên aborî di navbera herdu aliyan de fektora herî girîng a parastina têkliyên di navbera wan de ye. Tirkiye û Îsraîlê parastina berjewendiyên xwe yên bazirganî bingeh dibînin û di encamê de fektorê aborî fektorê herî xurt e û hêjî ev girêdan di navbera herdu dewletan de berdewam e.

Ev yek nerazîbûna AKP'ê ya erêkirina projeya bidawîkirina normalîzekirina siyasî û aborî bi Îsraîlê re nîşan dike ya ku Partiya Gelan a demokratî (HDP) di hefteya borî de pêşniyar kiriye. Çavdêran ev helweta Tirkiyeyê weke "durûtî" binav kirin.

Sefîrekî Misrê: tewanbariyên di navbera Erdogan û Natenyaho de mijareke porpagandeyê ye û bandorê li cewhera têkliyên wan nake

Sefîrekî Misrê yê bi navê Asim Mucahid û endamê Meclîsa Misrê ya Karûbarên Derve tewanbariyên di navbera Erdogan û Natenyaho de weke mijareke propagandeyê bi nav kir û got ku ti bandorê li cewhera têkliyên di navbera Enqere û Til Evîvê de nake.

Mucahid di daxuyaniyeke xwe de got ku têkliyên di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de ji hemû gumanan xurttir in û di asta hevkariya ewlehî û pevguhertina agahiyan di derbarê dewletên Ereb de ne. Nemaze têkliyên wê yên dîplomasî, aborî û leşkerî jî gelekî xurt in. Ev ne cara yekemîn e ku Erdogan bi daxuyaniyên xwe êrîşî Îsraîlê dike û hikûmeta Îsraîlê tewanbar dike, ev mijar di navbera herdu aliyan de lihevkirinek pêk hatiye û Erdogan eşkere dijberiya Îsraîlê dike û di paş perdeyê de hevkariya wê dike.

Mucahid da zanîn ku helwesta Tirkiye û Îsraîlê di derbarê herêma Ereban de yek e. Tirkiye hewl dide dewletên Ereb ji hev bixîne bi taybet yên li ser sînorên wê da ku serweriya xwe ya Osmanî li van dewletan vegerîne û çavbirçîbûna Îsraîlê jî di axa Ereban de heye. Her wiha got ku nakokiyên diyar ên di navbera Tirkiye û Îsraîlê de şeklî ne û ti bandorê li têkliyên wan ên stratejîk nakin.

ANHA