Hisên Kerkûkî: Hilbijarinên Iraqî şanoyek bû

Berpirsê Desteya Doplomasî ya Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî diyar kir ku hilbijartinên Iraqê ne li gorî texmînên gelê Iraqê bi encam bû û got ku bi dengan hatin lîstin. Kerkûkî her wiha anî ziman ku hilbijartin şanoyek bû ji aliyê partiyên desthilatdar ve hatibû amadekirin.

Hisên Kerkûkî: Hilbijarinên Iraqî şanoyek bû
22 gulan, 2018   04:15

NEJBÎR OSMAN – AZAD SEFO / NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsê Desteya Doplomasî ya Tevegera Azadî Hisên Kerkûkî di hevpeyvîneke xwe de li gel Ajansa me hilbijartinên Iraqê yê 16'ê Gulanê nirxand.

Hevpeyvîn wiha ye:

*Hûn hilbijartinên Parlamantoya Iraqê çawa dinirxînin?

Li Iraqê, ji destpêka sala 2005'an de hilbijartin ji mûdaxeleyên dewletên herêmî ne dûr bû. Her aliyek derve dixwest li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî hilbijartinan bi rêve bibe. Hilbijartinên hatin kirin şanoyek bû ji aliyê partiyên desthilatdar ve hatibû amadekirin. Komseriya Hilbijartinan jî ne serbixwe ye. Destpêkê partiyên ku beşdarî hilbijartinê bûne dîtin ku dengdan alktronîk bi rêve diçû, metirsiyên partiyên ne desthilatar kêm bû, lê partiyên desthilatdar û dewletên herêmî ji vê ihtîmalê re amade bû. Herî dawî hilbijartin li gorî berjewendiyên partiyên desthiltdar bi encam bû.

Mixabin, rêxistinên navdewletî bi taybet Neteweyên Yekbûyî derbarê hilbijartinan de ne li gorî dihatin xwestin. Gel ji vê yekê bê hêvî ma. Ji ber ku dengê xwe dane partiyên ku ev 15 sal in li ser hukimê Iraqê ne û welat di nava nelirêtî û tevlihevî hiştin û berhemên herêmê jî dibirin. Ma dibe ku di hilbijartinan de bi ser bikevein?. Ev partî nedikarin ji bo xizmeta gel kar bikin, ji ber ku karên wan ên berê delîlê rewşa niha yê Iraqê ye.

*Hûn encamên hilbijartinan çawa dibînin, gelo li gorî texmînên gelê Iraqê bû ya na?

Encamên hilbijartinan ne li gor texmînên gelê Iraqê û partiyên ku dewleta rexne dikirin bûn. Encamên hilbijartinan li gorî berjewendiyên fesand bû. Gel û partiyên demokrasîxwaz têkoşîna xwe ya bidestxistina maf didomîne. Rexmî ku bi dengan hatin lîstin jî hêviya gel a di guhertin û avakirina welatekî azad û demokartîk de heye.

*Di nêrîna we nakokiyên herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê çawa dê werin çareserkirin?

Aloziya di navbera Bexda û hikûmeta herêma Kurdistanê encamên hişmendiya netewperest û etnîkî ye. Herî zêde nakokiyên herdu aliyan ser berheman e, ne ji bo berjewendiyên gel an pêşxistina saziyan e û ne jî avakirina zemîneke demokratîk e. nakokî encex bi riya saziyên zagonî, her yek erk, mafên dikeve ser milên nas bike û pêk bîne. Tekane riya çareseriyê; cebheyek berfireh ji partiyên mûxalif, rêxistinên sivîl û kesayetên cuda were avakirin, da ku fişarê li Bexda û Hewlêr bike.

*Hilbijartinê wê çawa bandorê li ser têkiliyên Kurdî-Kurdî , her wiha Kurd û hikumeta Iraqê bike?

Hilbijartinên ku ne li gorî texmînan bi encam bû helbest wê bandoreke mezin li ser têkiliyên di navbera hêzên Kurdî û têkiliyên wê yên bi Bexdayê re bike. Lê heger Kurd yekîtiya xwe ava nekin wê bandoreke xwe ya neyinî li ser wan çêbibe. Wekî me bi bîr xist avakirina cebheyek ji partiyên herêmê xwedî bernameyeke netewî, demokratîk, hevbeş ku nûnertiya gelê Kurd û pêkhateyên din ên li herêma Kurdistanê bike, pêwîstiyeke.

*Pêwîstiya gelê Iraqê bi hevgirtin û yek nêrîn heye da ku karibe aloziyê derbas bike. Di nêrîna we de yekîtiya netewî dê çawa pêk were, rola dikeve ser milê siyasetmedar û parlamanteran çi ye?

Iraq di rewşeke zehmet de derbas dibe. Piştî hilweşandina rêjîma Sedam Hûseyn dewletên cîhanî û herêmê dest li karûbarên Iraqê werdan. Ji hêleke din ve guhertinên li ser asta Rojhilata Navîn rû didin bandore li ser rewşa Iraqê jî dike. Ji bo çareseriyê  bernameyeke statîjîk û demokratîk pêwîst e. Rexmî ku Iraq welatek bi berhemên xwe yên xwezayî dewlemend e, lê îradeyeke bi hêz ku ji bo berjewendiyên gel bixebite nîne. Tu bername ji aliyê partiyên siyasî yên Iraqî nîne. Li ser vê yekê hemû partiyên demokratîk û rêxistinên civakî berpirsyar in, gereke bi cidî û israr ji bo demokrasî bixebitin.

Gotina we ya dawî ji go gelê Iraqê çi ye?

Divê gelê Iraqê li hemberî siyasetên ku hin partiyên Iraqê û herêma Kurdistanê xwe feriz dikin bê deng nemînin, gerke sînorekî ji van siyasetan re deynin û nêrînên xwe bi azadî bînin ziman. Her wiha yekîtiya xwe ava bikin û di her aliyan de siyasî, aborî, civakî û ewlekarî xwe bi rêve bibin.

(bb)

ANHA