ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22.05.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22.05.2018
22 gulan, 2018   04:00

- Pêşveçûnên qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemên a Berxwedana Serdemê, çalakiyên ku bi armanca piştgiriya Berxwedana Serdemê têne lidarxistin, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Tenduristî ya Meclîsa Sivîl a Reqayê kar û xebatên xwe ji dema hatiye damezrandin ve di 18 Nîsana borî de tevî hemû kêmderfetan berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Barana dijwar ku çend roj berê li herêma Firatê bariyê, gelek zirar bi xwe re anîn. Cotkarên navçeya Eyn Îsa metirsîdar in ku mewsimê wan telif bibe, ji ber ku derase nikarin derbasî nava zevî bibin û çinênê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Mihemedê Kinê , dengbêjî ya ku wekî xelekekî zincîrê  ji bav û kalên xwe gitî ji 10 saliya xwe heta 90 saliya xwe dengbêjiyê berdewam dike. Di temenê tijî dengbêjî de gelek hûnermendên weke Mihemed Şêxo mezin kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

-Berpirsê Desteya Doplomasî ya Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî diyar kir ku hilbijartinên Iraqê ne li gorî texmînên gelê Iraqê bi encam bû û got ku bi dengan hatin lîstin. Kerkûkî her wiha anî ziman ku hilbijartin şanoyek bû ji aliyê partiyên desthilatdar ve hatibû amadekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Serokê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan heta dema serokwezîr bû, qerebalixî weke damançeyeke bi guleyên vala derdixist û êrîşî hevkarê xwe yê herî mezin li herêmê Îsraîlê dikir, da ku Ereb û îslamiyan bixapîne û ji xwe re weke propagandeyeke kesane bikar bîne ji bo xwe weke xelîfê îslamiyan nîşan bide (BI WÊNE)

JIN

- Dayîka bi navê Xanim Mehmûd ev 60 sal in bi destên xwe cilan dirêse û bi vê xebata xwe dîroka jinên Kurd ên xebatkar û afrîneriya wan vedibêje û kevneşopiya kurdî diparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Bi ragihandina pêvajoya xwebirêveberinê li herêmên hatin rizgarkirin re, xebatên rêxistinêbûyînê hatin destpêkirin. Jin ji her xebatê re serkêşî dike. Li navçeya Eyn Îsayê re jin di xebatên trafîkê de jin pêşeng e. (Bi WÊNE Û DÎMEN)

ANHA