Şaredariya Reqayê beşek din alav wergirtin

Şaredariya Gel a Reqayê beşek din alavên ku di xizmeta şêniyên herêmê de werin bikar anîn, wergirtin.

Şaredariya Reqayê beşek din alav wergirtin
Şaredariya Reqayê beşek din alav wergirtin
Şaredariya Reqayê beşek din alav wergirtin
21 gulan, 2018   13:05

REQA

Şaredariya Gel a Reqayê ji ber kêmbûna alavên pêwîst ên kar û xebatê zehmetiyan di xizmeta welatiyan de jiyan dike. Bi taybet di xebatên paqijkirina kolanan û gihandina avê ji welatiyan re.

Di çarçoveya alîkariya bi şaredariya gel re Koalîsyona Navdewletî hin alavên pêwîst dan şaredariyê. Alîkariyên hatin dayîn ji 9 bendozeran, 8 qelaban û 5 sîtêrên avê pêk hat.

Di vê derbarê de Serokê Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed Ibrehîm ji ajansa me re got ku wan beşek din a alavan wergirtin.

(dc)

ANHA