Ramîn Hisên tê darvekirin

Berpiryarê zindana Sine ji bo Ramîn Hisên Penahî gotin; “Karên yasayî yên darvekirinê temam bûne. Tenê ji ber meha Remezanê biryar hatiye rawestandin. Em ê piştî meha Remezanê te darve bikin û ti zextên navdewletî nikare te ji darvekirinê rizgar bike.”

Ramîn Hisên tê darvekirin
21 gulan, 2018   13:10

NAVENDA NÛÇEYAN

Kampanyaya Parastina Zindaniyên Siyasî û Medenî îro daxuyaniyekê li ser ciwanê Kurd Hisên Ramîn Penahî yê ku ji aliyê Îranê ve hatî girtin û bi darvekirinê tê ceza kirin, belav kir. Li gorî daxuyaniyê berpirsyarên girtîgehê di derbarê darvekirinê de li gel Ramîn Penahî axivîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ; “Berpirsyarên zindana navenda Sine roja Şemiya borî biryara darvekirinê ji bo Ramîn ragihandine. Ramîn penahî ji bo me diyar kir ku berpirsyarên zindanê ji bo wî gotine, ew ê piştî meha Remezanî wî darve bikin.”

Her wiha di daxuyaniyê de tê gotin; “Berpirsyarên zindana Sine ji bo Ramîn gotine hemû karên yasayî yên ji bo darvekirina wî temam bûne. Tenê ji ber meha Remezanê biryar hatiye rawestandin. Her wiha jê re gotine ku ti zextek ya navdewletî û saziyên mafê mirovan nikarin pêşî li biryarê bigirin û wê biryara darvekirinê bi cih bînin.”

Ramîn Hisên Penahî girtiyek siyasî yê Kurde û xelkê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Ramîn sala borî ji aliyê hêzên Îranê ve hat girtin. Piştî wê ji aliyê dadgeha Şoreşa Îslamî ve bi tewanbariya ‘şerê li gel hikûmeta Îslamê’ kiriye, cezayê darvekirinê lê hat birîn.