Baregiwayî sefaretxaneya xwe vediguhêze Qudisê

Baregiwayî sefaretxaneya xwe vediguhêze Qudisê , bi merasîmekî ji bo ku bibe dewleta dûyemîn bi pêşengiya Emerîka û ji Til Ebîb vediguhûze Israyîl ê.

Baregiwayî sefaretxaneya xwe vediguhêze Qudisê
21 gulan, 2018   12:54

 NAVENDA NÛÇEYAN

Merasîm li mûceme`i ya li taxa Maliha li bajarê Qudis hate lidarxistin. Serokê Bargiwayî Horasiyo Kartîs û Serok Wezîrê Israyîl ê  Binyamîn Netinyaho beşdarî merasîma vekirina sefaretxaneyê bûn. 

Wezîrê Karê Derve yê Barigiwayî Îladyo Loysaxo roja îna derbas bûyî raghand ku welatê wî biryar daye ku sefaretxaneya xwe bi rengekî serbixwe, beyî ku bandor li helwestên dewletên dîtir bike veguhêze  Qudsê. Her wiha bi veguheztina sefaretxaneya xwe Bargiwayî dibe dewleta dûyemîn piştî Xiwatîmala yên ku sefartxaenyên xwe veguhestine Qudsê.

Tê zanîn ku Serokê Emerîka Donald Tirump di 21`ê Kanûna 2017`an de  diyr kiribû ku Qudis paytexta Îsrayîlê ye û wê sefaretxaneya Emerîkî jî ji  Til Ebîb veguhêzin Qudis û ev yek di 14`ê Gulanê de pêkhat.

(cu)

ANHA