Washington Post: El-Bexdadî ji êrîşa Tirkiyê ya li ser Efrînê sûd wergirt

Rojnameya Washington Post li ser zimanê berpirsên Amarîkî got ku êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser Efrînê ya li Bakurê Sûriyê bû sedema ku çeteyên DAIŞ'ê karibin ji nû vex we li çolistana Sûriyê bi rêxistin bikin û qewetên xwe li herêmê kom bikin.

Washington Post: El-Bexdadî ji êrîşa Tirkiyê ya li ser Efrînê sûd wergirt
21 gulan, 2018   12:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyê her wiha diyar kir ku rêberê çeteyên DAIŞ'ê Ebû Bekir El-Bexdadî hîn jiyan dike û hewl dide stratejîk demdirêj bide destpêkirin. Berûvajî agahiyên ku çend roj berê hatin belavkirin û gotin ku hêzên Koalîsyona Navdewletî û QSD'ê El-Bexdadî girtine.

Rojnameya Washington Post di rapora xwe ya ku duh di saetên êvarê de hate weşandin de got ku El-Bexdadî tevî serkeftinên li Îraq û Sûriyê li dijî wan pêk hat, hewl dide stratejîk demdirêj ji rêxistina xwe re bide destpêkirin.

Washington Post li ser êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê û bandora wê li ser pêşketina DAIŞ'ê de da zanîn ku êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê ya Bakurê Sûriyê rê da çeteyên DAIŞ'ê ku xwe li bejahiya Sûriyê birêxistin bikin û hêza xwe li herêmê ji nû ve bi cih dike.

(dc)