Îran dibêje ew ê li Sûriyê bimîne

Dewleta Îranê ragîhand ku heta pêwîstiya rêjîma Sûriyê bi alîkariyê hebe, ew ê li Sûriyê bimîn in û got ku hebûna wê ya li Sûriyê li ser daxwaza hikûmeta Sûriyê pêk hatiye û rewaye.

Îran dibêje ew ê li Sûriyê bimîne
21 gulan, 2018   11:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Arna ya Îranê diyar kir ku Berdevkê Fermî ya Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî bi daxuyaniyeke çapemeniyê got ku welatê wî dê li Sûriyê bimîne.

Qasimî got ku tu kes wê nikaribe zorê li wan bike ku ji Sûriyê derkevin û ev tişt anî ziman: "hebûna me ya li Sûriyê rewaya ji ber ku li ser daxwaza hikûmeta Sûriyê pêk hatiye. Divê hêzên din ên hebûna wan ne rewaye ji Sûriyê derkevin."

Qasimî, her wiha da zanîn ku heta pêwîstiya hikûmeta Sûriyê bi mayîna wan hebe, ewê li ser xaka Sûriyê bimîn in.

Îran ji destpêka aloziya Sûriyê ku di sala 2011'an de destpêkirin, di hemû aliyan de piştgirî daya rêjîma Sûriyê û pasterên xwe şandin Sûriyê da ku li kêleka hêzên Sûriyê şer bikin.

Di demê dawî de Îsraîlê êrîşî bargehên Îranê yên li Sûriyê kir. Îsraîl gelek caran gefa ku dê bargehên Îranê yên li Sûriyê bikin hedef.

(dc)