Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata Şehîd Ezîz re xwestin

Bi dehan şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata Endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê  Ezîz Çeçan ê dema erka xwe pêk tanî, şehîd bû re xwestin.

Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata Şehîd Ezîz re xwestin
Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata Şehîd Ezîz re xwestin
Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata Şehîd Ezîz re xwestin
Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata Şehîd Ezîz re xwestin
Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata Şehîd Ezîz re xwestin
21 gulan, 2018   11:10

KOBANÊ

Konê sersaxiyê yê Şehîd Ezîz Çeçan li ber mala wî ya li bajaroka Til Xezal a li başûrê Kobanê hate vedan. Konê sersaxiyê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan,  alên YPG, YPJ û TEV-DEM'ê hate xemilandin.

Bi dehan welatiyên Kobanê serdana konê sersaxiyê kirin û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Di bin konê sersaxiyê de piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Li ser navê TEV-DEM'ê Ebdulrehman Demir axivî û di serî de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha dom kir: "malbata şehîd di tekoşîna xwe de gelek tekoşîn dane meşandin. Ji bo jiyana azad her dem di xebatên xwe de li pêş bûn."

Ebdulrehman di dawiya axaftina xwe de jî soza şopandina riya şehîdan da.

Serdana konê sersaxiyê hîn jî dewam dike.

Tekoşer Ezîz Çeçan duh di saetên êvarê de ji aliyê sedan kesî ve li goristana şehîdan a Şehîd Dicle spartin axê.

(dc)

ANHA