Meclîsa bajaroka Til Xenzîr projeyên xizmetguzarî pêk tîne

Komîteya Taybet a Meclîsa Bajaroka Til Xenzirî a herê ma Dêrikê ya kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê dest bi pêkanîna pirojeya pira gundê Kir Kendal kirin, her wiha dînemok xistin bîragund da ku avê bighîne hemû welatên gund.

Meclîsa bajaroka Til Xenzîr projeyên xizmetguzarî pêk tîne
Meclîsa bajaroka Til Xenzîr projeyên xizmetguzarî pêk tîne
Meclîsa bajaroka Til Xenzîr projeyên xizmetguzarî pêk tîne
Meclîsa bajaroka Til Xenzîr projeyên xizmetguzarî pêk tîne
Meclîsa bajaroka Til Xenzîr projeyên xizmetguzarî pêk tîne
Meclîsa bajaroka Til Xenzîr projeyên xizmetguzarî pêk tîne
21 gulan, 2018   10:59

QAMIŞLO

Meclîsa bajaroka Til Xenzîr a herêma Dêrikê piştî hilbijartinan dest bi pirojeyên xizmetguzariyê kir. Meclîsê li ser daxwaze komîna gundê Kir Kendal, komîteya taybet a Meclîsa dest bi lêkirina pira Ebarê ya li nîvê gund kir.

Berpirsê Buroya Fenî ya Meclîsa Bajaroka Til Xenzîr Hacî Ibrehîm diyar kir ku buhayê nirxê pirojeyê dighêje 350 hezar lîryên Sûriyê.

Komîteyê her wiha dînemoyk ji bîra gundê Kir Kendal re danî, bi vê yekê pirsgirêka avê li gund hate çarserkirin.

(dc)

ANHA