Li Bexda teqîn: 1 kuştî

Di teqîna li Bexda çêbû de kesekî jiyana xwe ji dest da.

Li Bexda teqîn: 1 kuştî
21 gulan, 2018   11:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Di teqîna li paytexta Iraqê Bexdayê çêbû de sivîlekî jiyana xwe ji dest da. Teqîn li bajarokê Meşahde yê girêdayî navçeya Tarmiyeh a Bexdayê di dema derbasbûna wesayitekê de çêbû.

Cenazeyê sivîlê di teqînê de jiyana xwe ji dest dayî rakirine morga nexweşxaneya Bexdayê.

Hêzên ewlehiyê jî diyar kirin ku der barê teqînê de lêkolîn dane destpêkirin.