Gel bi înîsyatîfa xwe seyrangeha Dehlî amade dike

Hejmareke ciwanên gundên Aliya ya navçeya Girkê Legê bi înîsyatîfa xwe û bi dildarî ji bo parastina devera Dehlî ya geştewar dikin. Şaredariya Gel a Girkê Legê jî alîkariya xwe bi vê înîsyatîfê re pêşkêş kir.

Gel bi înîsyatîfa xwe seyrangeha Dehlî amade dike
Gel bi înîsyatîfa xwe seyrangeha Dehlî amade dike
Gel bi înîsyatîfa xwe seyrangeha Dehlî amade dike
Gel bi înîsyatîfa xwe seyrangeha Dehlî amade dike
21 gulan, 2018   05:55

LÎNA CANGÎZ – KELSÛMA ELÎ / QAMIŞLO

Li navçeya Girkê Legê gelek deverên geştewar hene û li van deveran welatiyên herêmê di demsalên buhar û havînê de berê xwe didin vir. Yek ji van geştewaran devera Dehlî ye û têde gelek kanî û darên cûda hene. Dehlî li başûrê gundê Qerxo ya bakurê Girkê Legê dikeve.

Bi armanca parastina vê devera geştewar hejmareke ciwanên gundên Qerxo û Şêx Îbrahîm hemleyeke avakirina dîwarekî û paqijkirina kaniyan û avakirina golên avjaniyê yên ji bo zarokan dest pê kirin.

Armanc zêdekirina deverên geştewar û parastina wan e

Înîsyatîfa ciwanan rastî piştgirî û alîkariyeke mezin ji aliyê welatiyan ve hat û hejmareke welatiyan miqdareke pereyan weke alîkarî pêşkêşî projeyê kirin.

Yek ji ciwanên beşdarî hemleyê yê bi navê Mihemed Şefa Mehmûd ê ji gundê Qerxo got ku armanc ji înîsyatîfa wan ew e ku hejmara deverên geştewar li navçeyê bêne zêdekirin û parastin. Bi taybet piştî ku dewleta Tirk geşta welatiyan a gundê Eyn Dîwar a devera Dêrikê ya nêzî sînor qedexe kir.

Ciwanê bi navê Dildar Ehmed ê ji gundê Şêx Îbahîm got ku hejmara daran li vê geştewariyê kêm dibin, nemaza ji ber ku ava kaniyan jî kêm dibe û ji ber vê yekê wan hemleyek daye dest pêkirin da ku daran li vê deverê biçînin û av bidin û got ku heta niha 250 darên cûda di qonaxa yekemîn a projeyê de hatine çandin û dê derdora vê deverê sînor bikin. Her wiha di hemleyê de dê kaniyan paqij bikin û golên avê ji bo avjeniya zarokan ava bikin.

Şaredariyê alîkarî pêşkêş kir

Buroya Hawîrdorê ya Şaredariya Gel a navçeya Girkê Legê înîsyatîfa ciwanan buha nirxand û alîkariya xwe pêşkêş kir.

Endamên rêveberiya Buroyê endeziyar Mahir Silêman di derbarê mijarê de got ku Şaredariya Gel alîkariya projeyê dike û heta niha 250 dar bi hevkariya ciwanên dildar ên gundên derdorê çandine.

Silêman diyar kir ku di qonaxa duyemîn de dê riya ber bi devera geştewar ve sererast bikin.

ANHA