Tîmên Ambûlans û Awarte di parastina sivîlan de kedeke mezin didin

Tîmên Ambûlans û Awarte ya girêdayî hêzên Asayîşê ji dema hatiye damezrandin ve bêtirî 1200 peywirên destwerdana lezgîn pêk anîn û ji bo parastina tenduristî û aramiya giştî ya welatiyan dixebite.

Tîmên Ambûlans û Awarte di parastina sivîlan de kedeke mezin didin
Tîmên Ambûlans û Awarte di parastina sivîlan de kedeke mezin didin
Tîmên Ambûlans û Awarte di parastina sivîlan de kedeke mezin didin
Tîmên Ambûlans û Awarte di parastina sivîlan de kedeke mezin didin
21 gulan, 2018   06:32

NÛRÎ UMER / QAMIŞLO

Tîmên Ambûlans û Awarte ya girêdayî hêzên Asayîşê ya Bakurê Sûriyeyê di çileya 2016'an de hate damezrandin û bingeha parastina sivîl pêk anî. Ev tîm ji bo parastina jiyana welatiyan di demên buyerên trafîk û karîsetên xwezayî de tevdigere.

Yekemîn navenda Tîmên Ambûlans û Awarte li bajarê Qamişlo hate vekirin û tîmekî perwerdekirî ku ji 8 pisporên tenduristî pêk tê birêxistin kir û hemû beşdar di xebatên lezgîn de perwerde kirin.

Gelek ciwan û jinên ciwan beşdarî vê tîmê bûn û niha hejmara wan derketiye 120 dildaran, piştî ku 4 perwerde li bajarên Qamişlo, Tebqa û Reqayê ku her perwerdeyek sê mehan dirêj kir bi dawî kirin.

Beşdarên van perwerdeyan di rêgezên sereke yên destwerdana awarte, hawarçûn û rewşên awarte, nirxandina tenduristî, fîzyolojiya dil û toreya xwînê, dermankirina birînan û gelek waneyên din ên girêdayî hawarçûnê de hatin perwerdekirin.

Girêdayî mijarê hevserokê Tîmên Ambûlans û Awarte Eyûb Sadûn ji Ajansa me ANHA'yê re axivî û got ku niha 80 kesên ji herêma Cizîrê û bajarê Reqayê beşdarî perwerdeyek nû bûne. Eyûb got ku navendên wan li seranserî Cizîrê û bajarên Reqa û Tebqayê hene û hevkariyê bi hêzên ewlehiyê yên li ser bendên kontrolê re dikin da ku bi awayekî lezgîn destwerdana buyeran bikin û welatiyan biparêzin.

Sadûn di derbarê sîstema kar de wiha got: "Tîmên Ambûlans û Awarte rojane 24 saetan dixebitin û ji hemû rewşên awarte re amade ne. Her komek ji sê tîmên sereke pêk tê û her tîmek jî ji 4 dildaran pêk tê."

Sadûn got ku sîstema wan a odeya çalakiyan jî heye û ji wir agahiyên di derbarê buyeran de ji welatiyan an ji hêzên Asayîşê bi riya telefonê (459892) û bi riya whatsapp (009005536744231) werdigirin. Piştî ku agahî hate wergirtin di odeya çalakiyan de tê nirxandin û cihê buyerê tê diyar kirin û tavilê tîmên pispor berê xwe didin cihê bûyerê da ku welatiyan ji metirsiyan biparêzin û rizgar bikin. Sadûn gotin her wiha hevkariya wan bi hemû nexweşxaneyên Bakurê Sûriyeyê re heye, da ku birîndaran di van nexweşxaneyan de derman bikin.

Sadûn di axaftina xwe de got ku ji dema Tîmên Ambûlans û Awarte hatiye damezrandin wan bêtirî 1200 misyon pêk anîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "armanca me ya sereke parastina jiyana welatiyan e."

(jh)

ANHA