Rola jinan di Meclîsa Sivîl a Reqayê de zêde dibe

Buroya Jinan a Meclîsa Sivîl a Reqayê di rizgarkirina bajar û gundewarê xwe de li rex birêxistinkirina bajêr û vegerandina rola jinan bi roleke mezin rabûn. Jinan her wiha navend, meclîs, komîn û akademiyên perwerdeya jinan vekirin.

Rola jinan di Meclîsa Sivîl a Reqayê de zêde dibe
21 gulan, 2018   06:15

EMÎNE EL-ELÎ / REQA

Piştî 4 salan ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê li ser bajar û gundewarê Reqayê, jinên Reqa piştî ku beşdarî xebatên rizgarkirina bajarê xwe di nava şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk de bûn û rizgarkirina bajêr di 20'ê cotmehê de hate ragihandin, jinan di aliyê xwebirêxistinkirinê û şikandina qeydan de gavên mezin avêdin.

Gava yekemîn a xwebirêxistinkirinê damezrandina Meclîsa Sivîl a Reqayê bû û jinan têde cihê xwe girtin da ku bi rola xwe ya avakirina civakê rabin û têkoşîna xwe berdewam kirin û gihîştin asta ku li rex zilam bibin hevkarên sazî û siyasetan.

Avakirina komînan û vekirina akademiyan

Piştî ku Meclîsa Sivîl a Reqayê cihê xwe di bajêr de girt, endamên jin ên Komîteya Jinan di meclîsê de xwebirêxistin kirin û komînên xwe yên xweser ava kirin. Jian li taxa El-Meşleb 14 komînên xweser avakirin û li seranserî herêma Reqayê avakirina komînên taybet bi jinan berdewam e.

Bi armanca perwerdekirina jinan û jinên ciwan ên Reqayê da ku xwe ji zihniyeta baviksalariyê rizgar bikin, Komîteya Jinan Akademiya Jinên Sûriyeyê li bakurê Reqayê vekirin û heta niha sê dewreyên perwerdeyê bi dawî kirine.

Bi avakirina meclîsan re rola jinan di van meclîsan de li rex zilaman pêwîst bû, ji ber vê yekê 17 komîte yên weke Komîteya Edaleta Civakî û Lihevhatinê, Komîteya Tenduristiyê, Komîteya Çand û Hunerê, Komîteya Şûnwaran, û Komîteya Rêxistinan û gelek komîteyên din ava kirin di van hemû komîteyan de rola jinan sereke ye.

Di heman demê de Meclîsa Jinan li bajaroka El-Xatûniyê hate avakirin û buroyên xwe di nava meclîsên herêmî de vekirin.

Navendên Jinan.. navendên parastina jinan û çareserkirina pirsgirêkan in

Di derbarê navendên jinan de "Mala Jin" 8 navend li bajarê Reqayê û gundewarê wê hatin vekirin da ku pirsgirêkên jinan çareser bikin û wan ji têgehên civakî yên paşverûtî biparêzin.

Ji dema herêm hatiye rizgarkirin ve navendên jinan 400 doz wergirtin û ji wan 350 doz çareserkirin û 50 dozên din jî hewaleyî Komîteya Edaleta Civakî ya devera El-Kerramê û kantona Kobanê hatin kirin.

Di derbarê mijarê de seroka Buroya Jinan a Meclîsa Sivîl a Reqayê Feyrûz Xelîl ji ajansa me ANHA'yê re axivî û wiha got: "Di rizgarkirina bajarê Reqayê di rola jinan sereke bû û di xebatên xwebirêxistinkirinê de jî gavên mezin avêtin. Nemaze bi riya avakirina komîn û meclîsên taybet bi jinan."

Feyrûz di axaftina xwe de got ku komîteyên taybet bi jinan ên her navendekê serdana jinan dikin û alîkariya xwe pêşkêşî jinên herêmê dikin û hewl didin pirsgirêkên jinan çareser bikin da ku karibin bi rola xwe ya sereke di avakirina civakê de rabin.

Proje û peydakirina derfetên kar ji jinan re

Di aliyê aborî de, pilansaziyeke kar tê meşandin û kargehên taybet bi jinan tên vekirin da ku kar ji jinan re were peyda kirin û jin karibin debara xwe bi xwe werbigirin û beşdarî geşkirina aboriya herêmê bibin.

Di aliyê çandiniyê de jî Komîteya Jinan bi hevkariya Komîteya Çandiniyê ya Reqayê re gelek projeyên çandiniyê ji jinan re vekirin.

Feyrûz di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku bi rola xwe ya sereke di avakirina civaka xwe de rabin û xwe ji zihniyeta koledar û baviksalariyê rizgar bikin. Her wiha cihê xwe di hemû meclîsan de bigirin û nêrîna xwe bi awayekî azad pêşkêş bikin.

ANHA