Cenazeyê Endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ezîz hate veşartin

Cenazeyê endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ezîz Çeçan (Ezîz Til Xezal) yê ku di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmek li Şehîdgeha Dicle hate oxirkirin.

Cenazeyê Endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ezîz hate veşartin
Cenazeyê Endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ezîz hate veşartin
Cenazeyê Endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ezîz hate veşartin
Cenazeyê Endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ezîz hate veşartin
Cenazeyê Endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ezîz hate veşartin
Cenazeyê Endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ezîz hate veşartin
20 gulan, 2018   17:33

KOBANÊ

Endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ezîz Çeçan bi nasnav Ezîz Til Xezal dema li ser karê xwe bû li Kobanê di endama kirîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê, di nav de, endamên meclîsên sivîl ên Req, Teba, Minbic, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Girê Spî bi armanca pêşwazîkirina cenazeyê Ezîz li Şehîdgeha Dicle kom bûn.

Girseya gel kerwanê cenaze di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û semolên serkeftinê pêşwazî kirin.

Li şehîdgehê merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ'ê ve hate lidarxistin.

Hevserokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Ismet Şêx Hesen axivî û sersaxî ji malbata Ezîz re xwest. Şêx Hesen got, "Serkeftinên hatin bidestxistin berhemen keda şehîdan e. Em tekez dikin ku em ê soza xwe ya şopandina xeta şehîdan dewam bikin da ku bighêjin  civaka demokratîk û azad."

Hevserokê Meclîsa Sivîl a Reqayê Hemed Mihbaş jî axivî û ev tişt anî ziman,"Di çarçoveya şoreşa Bakurê Sûriyê de û di têkoşîna azadiyê de em gelek şehîd dane. Em amade ne hê jî bidin."

Hemed Mihbaş soza şopandina xeta şehîdan da.

Di dawiya merasîmê de, wesîqeya Ezîz Çaçan hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Girseya gel cenazeyê Ezîz di nava dirûşmeyan spartin axê.

(bb)

ANHA