Cenazeyê Adil Murad wê roja Înê derbasî Başûrê Kurdistanê were kirin

Hate ragihandin ku wê roja Înê cenazeyê Endamê Komîteya Navendî ya YNK’ê Adil Murad ji Almanya derbasî Herêma Kurdistanê were kirin.

Cenazeyê Adil Murad wê roja Înê derbasî Başûrê Kurdistanê were kirin
20 gulan, 2018   16:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Encumena Navendî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi daxuyaniyekê  ragihand ku wê roja Înê cenazeyê Endamê Komîteya Navendî ya YNK’ê Adil Murad bi rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê re dedrbasî Herêma Kurdistanê were kirin.

Encumena Navendî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) eşkere kir ku ji bo merasîma pêşwazîkirina cenaze komîsyonek hatiye avakirin û wê bi merasîmekî bi heybet were pêşwazî kirin.

Li gorî daxuyaniya YNK'ê wê cenazeyê Adil Murad li Girê Selîm Beg ê Silêmaniyê were veşartin.

Endamê Komîteya Navendî ya YNK’ê Adil Murad ku yek ji damezrênerên YNK’ê ye di 18'ê Gulanê de li nexweşxaneyekî Elmanya ku dihat dermankirin, di 69 saliya xwe de koça dawî kir.

Adil Murad di 11’ê Kanûna 1949’ê de li navçeya Xaneqîn a girêdayî parêzgeha Diyala jidayik bû û beşa Kîmya li Zanîngeha Bexda temam kir. Ji temenê 16 saliyê ve dest bi siyasetê kiriye û di sala 1975’ê de yek ji damêzrênerên YNK’ê ye.