Şêwekarên beşdarî pêşengehê bibûn hatin xelatkirin

Sêyemîn Pêşengeha Rojava ya Hunera Şêwekariyê ku li bajarê Qamişlo hate organîzekirin bi belavkirina xelatan bi dawî bû.

Şêwekarên beşdarî pêşengehê bibûn hatin xelatkirin
Şêwekarên beşdarî pêşengehê bibûn hatin xelatkirin
Şêwekarên beşdarî pêşengehê bibûn hatin xelatkirin
Şêwekarên beşdarî pêşengehê bibûn hatin xelatkirin
20 gulan, 2018   17:46

QAMIŞLO

Sêyemîn Pêşengeha Rojava ya Hunera Şêwekariyê di bin dirûşemeya "Hunera gelan dengê berxwedana Efrînê ye" 18'ê vê mehê ji aliyê Desteya  Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê ve hate vekirin.

Di pêşengehê de 125 tabol yên 47 şêwekarên ji herêmên Cizîr, Firat û Minbicê hatin daliqandin.

Di roja sêyemîn a pêşengehê de ango roja dawî, bi dehan rewşenbîr, hunermendên şêwazkariyê û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê amade bûn.

Çalakiyên roja dawî bi belavakirina xelatan li şêwekarên beşdarî pêşengehê bibûn ji aliyê Desteya Çandê ya kantona Cizîrê ve bi dawî bû.

(bb)

ANHA