′Ji bo wefedariya bi şehîdan re emê heta dawiyê şopdarê riya wan bin′

Bi sedan şêniyên  Girê Legê, Çilaxa û Dêrikê sersaxî ji malbata Endam Erka Xweparastinê re Faris Ehmed ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû, xwestin.

′Ji bo wefedariya bi şehîdan re emê heta dawiyê şopdarê riya wan bin′
′Ji bo wefedariya bi şehîdan re emê heta dawiyê şopdarê riya wan bin′
′Ji bo wefedariya bi şehîdan re emê heta dawiyê şopdarê riya wan bin′
′Ji bo wefedariya bi şehîdan re emê heta dawiyê şopdarê riya wan bin′
20 gulan, 2018   12:14

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Girkê Legê, Çilaxa, Dêrik, endamên Erka Xweparastin, Hêzên Asayîşê berê xwe dan gundê Qastipan ê girêdayî navçeya Çilaxa û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgitin hate destpêkirin. Paşê bi navê Hêzên Leşkerî yek ji fermandarên YPG`ê Mihyedîn Xêrikî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest  û got ku şehîdên me ji bo parastina axa welatê xwe canê  xwe feda dikin.

Di dawiyê de Xêrikî soza bilindkirina tekoşînê û şopandina riya şehîdan heta dawiyê da.

Her wiha yek ji rêveberên Kongreya Star Nafiya Elî axivî û destnîşan kir ku gelê Kurd ji bo parastina axa welatê xwe û deskeftiyên ku bi dest xistiye berxwedaniya xwe didomîne. Her wiha Nafiya bêdengiya navdewletî derbarî êrîşên li ser gelê Bakurê Sûriyê û kiriyarên artêşa Tirk a dagirker şermezar kir.

Ji aliyê xwe ve li ser navê Tevgera Civaka Demokrîtk (TEV-DEM) Tacedîn Abdullah axivî û got ku ji bo wefedariya bi şehîdan re emê heta dawiyê şopdarê riya wan bin.

Di dawiyê de wesîeta şehadetê hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Merasîma sersaxiyê bi dirûşmeyên şehîd namirin bidawî bû

(bx)

ANHA