Sivîlên ji Xûta Rojhilat koçber bûne xwe spartin QSD

Berdevkê Ragîhandina QSD'ê Mustefa Balî diyar kir ku hêzên wan pêşwaziya hejmarek welatiyên sivîl ên ji herêma Xûta Rojhilat koçber bûne kirin û diyar kir ku hêzên wan ji bo ewlekariya welatiyan pêk bîn in û pêdiviyên wan peyda bikin.

Sivîlên ji Xûta Rojhilat koçber bûne xwe spartin QSD
20 gulan, 2018   11:01

AZAD SEFO-NEJBÎR OSMAN / NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Ragîhandina QSD'ê Mustefa Balî derbarê mijarê de agahî da ajansa me (ANHA) û got ku ev hêzên QSD'ê ji hemû cîhanê re isbat kiriye ku hêzên wan ji bo berjewendiya gelê Sûriyê tekoşîn dike, ewlekariya hemû pêkhateyan bê cûdahî diparêze."

Balî di berdewama axaftina xwe de jî got ku hêzên QSD'ê ji bo pêkanîna ewlekarî û aramiya sivîlên ji ber şerê li herêmê koçber bûne, tevdiger e û wiha dom kir: "Hêzên me pêşwaziya hin sivîlên ji ber şerê li Xûta Rojhilat a Şamê koçber bûne pêşwazî kirine. Parastina ewlekariya wan pêk anîne. Hêzên me pêşwaziya hemû gelê Sûriyê yên ji hemû herêmên Sûriyê dike û parastina wan dike."

Berdevkê Ragîhandina QSD'ê Mustefa Balî di dawiya axaftina xwe de jî tekez kir ku hêzên wan ji bo pêkanîna ewlekariya koçberên ji Xûta Rojhilata derketine, tevdiger in.

(dc)

ANHA