Hêzên Îranê kolberek din birîndar kir

Hêzên rejîma Îranê li sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê êrîşê kolberan kir.Di encama êrîşê de kolberek bi giranî birîndar bû.

Hêzên Îranê kolberek din birîndar kir
20 gulan, 2018   07:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Êrîşên rejîma Îranê yên li ser kolberan berdewam dike.Hema bêje her roj kolberek ji aliyê rejîma Îranê ve, yan tê birîndar kirin yan jî tê kuştin.

Duh êvarî li ser sînorên bajarê Pîranşar ya ser bi parêzgeha Urmê, hêzên çekdar yên Hikûmeta Îranê bi gulayan êrîşê komek kolber kir. Di encama êrîşê de kolberê xelkê gundê Balagirê yê ser Pîranşarê binavê Elî Hesenzade (45) bi giranî birîndar bû.

Li gorî agahiyan hat zanîn, ji ber ku hêzên rejîma Îranê li ser sînor bûn û nedihiştin kolber derbaz bibin, Elî Hesenzade yê ku birîna wî giran bû, anîn Başûrê Kurdistanê. Elî Hesenzade destpêkê anîn nexweşxaneya Çoman, piştî wêjî rakirina nexweşxaneya Hewlêr.