El-Sedir û Ebadî ji bo hikûmeta nû civiyan

Heyder Ebadî piştî hevdîtina wî ya bi Muqteda El-Sedir re diyar kir ku nerînên wan derbarê  hikûmetê de hevbeş in. El-Sedir jî derbarê mijarê de got ku hevdîtina wan peyama ku dê hikûmeta nû dê hemû gel di ber çavan re derbas bike.

El-Sedir û Ebadî ji bo hikûmeta nû civiyan
20 gulan, 2018   07:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îraqê yên demawî ya kar bi dawî bû ye Heyder Ebadî destnîşan kir ku nerînên wî û Muqteda El-Sedir hevbeş in. Ev daxuyaniya Ebadî piştî hevdîtina ku bi armanca avakirina hikûmeta nû ya Îraqê li Becdayê pêk hat, hatin dayîn.

Lîsteya Saîrûn a El-Sedir di hilbijaritnên Îraqê de di rêza yekem de bi 54 kursiyan bi ser ket. Rêberê Heşid Şebî Hadî El-Amirî yê lîsteya wî bi navê "El-Fetih" jî bi ser ket, lîsteya "El-Nesir" a Heyder Ebadî jî bi serket.

Di navbera komên di hilbijartinan de biserketine de danûstendin heye. Piştî endamên hilbijartinan hate diyarkirin, Ebadî û El-Sedir nişkave li Bexdayê civiyan. Beriya hevdîtinê hate gotin ku Ebadî qebûl ne kiriye serdana Necef bike.

Buroya Ebadî bi daxuyaniyekê got ku Serokwezîr li Bexdayê bi El-Sedir re civiya. Di civînê de avakirina hikûmeta nû hate nîqaşkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hikûmeta nû dê bi hêz be û wê erfetên kar ji welatiyan re peyda bikin, her wiha dê asta jiyanî pêş bixe û li dijî gendeliyê tekoşînê bide meşandin.

Em gihan biryarekê

Ebadî got ku hevdîtina wan di ‘atmosferek bi bawer’ de derbas bûye, her wiha hikûmeta bê avakirin wê hemû gelên Iraqê bigire nava xwe û diyar kir ku yên di hilbijartinê de bi ser ketine rola xwe ya li parlamentoyê bilîzin. Ebadî got ku di civînê de herdû alî gihiştine yek biryarê.

Muqteda El-Sedr jî diyar kir ku hikûmeta nû ya bê avakirin, deriyê wê ji bo hemû kesên dixwazin avakirina Iraqê de cih bigirin vekiriye.

 El-Sedr di dewama axaftina xwe de wiha jî got; “Ez spasiya Serokwezîr Heyder Ebadî ya ji bo serdana wî dikim. Di civînê de me li ser avakirina hikûmeta nû, Iraqek bi hêz û ji bo hemû gelê Iraqê cihê baweriyê be guftûgo kir. Ji bo avakirina Iraqê û aramiya gel, deriyê me ji hemû kesê re vekiriye. Emê xebatên xwe yên ji bo avakirina hikûmeta gelê me li bendê ye leztir bikin. Di avakirina hikûmeta nû de weke Sedr ezê rol bigirim.”

(dc)