Kampeke nû li Tebqayê tê amadekirin

Buroya Karûbarên Rêxistinan a girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bi hevkariya hin rêxistinên mirovahiyê kampa El-Mehmûdlî ya li bakurê bajarê Tebqayê amade dikin da ku koçberên ji herêmên ku rêjîmê serweriya xwe li ser wan ji nû ve ferz kiriye pêşwazî bike.

Kampeke nû li Tebqayê tê amadekirin
Kampeke nû li Tebqayê tê amadekirin
Kampeke nû li Tebqayê tê amadekirin
Kampeke nû li Tebqayê tê amadekirin
20 gulan, 2018   05:27

EBDILREZAQ ZEKERIYA / TEBQA

Piştî ku rêjîma Sûriyeyê bi darê zorê serweriya xwe li ser gelek herêmên di bin serweriya hêzên opozîsyonê de bûn vegerandin û welatiyên van herêman koçber kirin, gelek malbatên koçber berê xwe dan herêma Tebqayê. Bi armanca bicihkirina van malbatan Buroya Karûbarên Rêxistinan a girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bi hevkariya hin rêxistinên mirovahiyê dest bi avakirina kampa El-Mehmûdlî ya li bakurê bajarê Tebqayê kir.

Tîmên xebatkaran ên girêdayî buroyê niha li ser erdekî bi rûpîvana 80 doniman binesaziya kampê amade dikin û li gorî rêveberiya buroyê di vê kampê de dê 320 kon bêne vegirtin.

Berpirsyarekî pîşeyî di vê projeyê de Ehmed Gazî diyar kir ku ev kampa nû dê di meha hizêranê de were amade kirin û dê karibe koçberan pêşwazî bike.

(jh)

ANHA