Pêşengeha Rojava diyarî Berxwedana Serdemê kir

Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid diyar kir ku ew Pêşengeha Rojava ya Şêwekariyê diyarî Berxwedana Serdemê dikin û got, "Em ê her sal roja 18‘ê Gulanê bikin rojeke dîrokî ji bo hurera şêwekariyê ya li Rojava."

Pêşengeha Rojava diyarî Berxwedana Serdemê kir
Pêşengeha Rojava diyarî Berxwedana Serdemê kir
Pêşengeha Rojava diyarî Berxwedana Serdemê kir
Pêşengeha Rojava diyarî Berxwedana Serdemê kir
Pêşengeha Rojava diyarî Berxwedana Serdemê kir
19 gulan, 2018   15:05

QAMIŞLO

Sêyemîn Pêşengeha Rojava ya Hunera Şêwekariyê duh di bin dirûşemeya "Hunera gelan dengê berxwedana Efrînê ye" ji aliyê Desteya  Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê ve hate vekirin.

Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid armancên vekirina pêşengekê ji ajansa me re nirxand.

Bêrivan Xalid di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê û bîranîna şehîdê rewşenbîr Heqî Qerar pêşengeh her sal li ser asta Rojava û Bakurê Sûriyeyê tê vekirin. Li gel vê yekê jî li her du salan li ser asta Kurdistanê platform tê lidarxistin.

Bêrîvan Xalid destnîşan kir ku ji ber şert û mercên li Efrînê rû didin şêwekarên Efrînê nedikarîbûn beşdarî pêşengehê bibin û wiha domand, "Em pêşengehê diyarî Berxwedana Serdemê dikin. Herî kêm ev erka me ya li hemberî berxwedana leheng e."

Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid destnîşna kir ku sibe yekşemê ango roja dawî ya pêşengehê dê civîneke çapemeniyê derbarê pêşengehê de were lidarxistin û xelat werin belavkirin û wiha got, "Em ê her sal roja 18‘ê Gulanê bikin rojeke dîrokî ji bo hunera şêwekariyê ya Rojava."

(bb)

ANHA